DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Yildirim: Êdî kêr gihaşt hestî, divê her kes dakeve qadan

 
26 Cotmeh
00:03 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Alîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê ji bo Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli yên hatin binçavkirin, li ser navê partiya xwe wiha bang kir: “Êdî kêr gihaştiye hestî, divê her kes dakeve qadan.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bangewazî kir. Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Nadîr Yildirim ê ku beşdarî Stêrk TV’yê bû û li ser navê partiya xwe bang kir got “Êdî kêr gihaştiye hestî” û got divê di serî de siyasetmedarên kurd û rêveberên saziyan û gel dakevin kuçeyan û bertekên xwe nîşan bidn.

‘Bila her kes dakeve qadan’

Yildirim diyar kir ku, ya ku pêk tê faşîzm bi xwe ye û divê hemû siyasetmedarên kurd û rêveberên saziyan ji niha ve dest pê bikin, bêyî razên heta sibehê kuçe bi kuçe, mal bi mal bigerin û ji bo hestiyariyê gel agahdar bikin û xebatan bimeşînin û got, ji niha ve divê her kes dakeve qada. Her wiha Yildirim dest nîşan kir ku, ew ê sibê saet di 11.00’an de li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê tevî gel bertekên xwe bînin ziman.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN