DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tûncel: Em ê li ber xwe bidin, bi ser bikevin - HATE NÛKIRIN

 
26 Cotmeh
00:11 2016

AMED (DÎHA) – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel, li ber avahiya şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku hevşaredarên wê Gultan Kişanak û Firat Anlî hatin binçavkirin daxuyanî da. Tûncel diyar kir ku, ew ê wek KCD, KJA, DBP û HDP’ê li qadan bin û wiha got: “Em ê li ber xwe bidin, bi ser kevin.” Tûncal bang gelê Amedê kir, sibê saet di 11.00’an de li ber avahiya şaredariyê bin.

Piştî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak hatin binçavkirin û avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin Hevseroka DBP’ê ya Giştî Sebahat Tûncel, Serok Wekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel, parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca, îmam Taşçier û Sîbel Yîgîtalp, hevşaredarên şaredariyên navçeyan, amîr û xebatkarên şaredariyê jî di nav de gelek welatî li ber avahiya şaredariyê civiyan. Li gel hişyarkirina polîsan a “Belav bibin” jî girse belav nebû û dem dem di navbera polîs û girseyê de rageşî xwe da der. Li ber şaredariya ku dirûşmeyên wek “Êrîş nikarin me bitepisînin” hatin berzkirin, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel daxuyanî da.

'AKP tişta bi hilbijartinê bi dest nexist, dixwaze bi derbeyê bi dest bixe’

Tûncel got, hevşaredarên ku gel bi ekdeke mezin ew hilbijartine bia wayekî korsanwarî tên binçavkirin û wiha got: “Li şaredariyê niha lêgerîn didome û gel nikare têkeve şaredariya xwe. Niha şaredariya me ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin. Em ne xerîbê vê ne. Em dizanin polîtîkayên şerî yên Hikûmeta AKP’ê ne. AKP’ya ku bi hibijartinê bi dest nexist, niha bi derbeyê dixwaze şaredariyan bi dest bixe.”

'Me bîad nekir, em ê nekin jî’

Tûncel anî ziman ku, binçavkirina Gultan Kişanak a ku di êvara ku li Komîsyona Derbeyê ya Meclîsê diaxivî pêk hat zaf îronîk e û wiha dest nîşan kir: “Gultan Kişanak lêpirsîna arsteqîniya derbeyê dikir, lê bû mexdûrê derbeyê. Kişanak û Anli ji bo vî gelî, ji bilî xebatê tiştek nekirine. Tim li cem gelê xwe bûne. Sırf ji ber vê hatin binçavkirin. Bi vî awayî gel ceza kirin. Heke difikirin ku, ew ê bi êrîş û pêkûtiyan îradeya gel ji bolê rabikin, xwe dixapînin. Em wek DBP’ê bedêla vê derbeyê çi dibe bila bibe, em ê qebûl nekin. Dixwazin em bîadî wan bikin, lê belê me bîad nekir û em ê nekin jî.”

Banga sibê saet di 11.00’an de li ber şaredariyê bin

Piştî axaftina xwe Tûncel wiha bangî gelê Amedê kir: “Em îşev tevî endam û parlementerên xwe li vir in. Heta serê sibehê em ê liv ir bin. Em bang li gelê xwe dikin sibê saet di 11.00’an de li ber şaredariyê bin û xwedî li îradeya xwe drekevin.”

Dê 6 ekîb lêgerînê bike

Piştî daxuyaniyê girse li gel hilbijartiyan li ber şaredariyê rawestiyan û hat zanîn ku dê polîs bi 6 ekîban li avahiyê lêgerînê bikin. Dê li gel polîsan Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û Şêwirmendê Huqûqê yê ŞAredariya Bajarê Mezin Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî di nav de, 6 parêzer refaqetiyê bikin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN