Lêgerîna li mala Kişanak û Anli bi dawî bû
AMED (DÎHA) – Lêgerîna li mala Hevşaredarên şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak ên hatin binçavkirin, bid awî bû. Di lêgerînê de, irtûk, CD’tên muzîkê, kompîtur û hard dîskên li malan hatin desteserkirin.
Lêgerîna li mala Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli yên hatin binçavkirin, bid awî bû. Anli yê ku li mala xwe yî navçeya navendî Peyasê bû hat binaçvkirin, piştî polîsan ew bir Muduriyeta Polîsan a Amedê, polîs ketin mala wî û dest bi lêgerînê kirin. Li sîteya ku mal lê bû ji aliyê gelek wesayîtên zirxî yên wek Ford Rangerî û tîmên taybet ve hat dorpêçkirin. Lêgerîn di bin nezareta hevjîna Anli û Parêzer Mehmet Emîn Aktarî ve pêk hat û nêzî 2 saetan domand.
Polî CD û pirtûk berhev kirin
Polîsan parêznameyên Doza KCK’yê yên wek pirtûk hatin çapkirin, CD’ya ku muzîka hilbijartinê DEHAP’a ku di 2005’an da hat fesixkirin û CD’ya ku hunermend Farqîn Azad diyarî Anli kiribû desteser kirin. Her wiha polîsan li wesayîta meqamî ya bi plakaya fermî ya Anli jî lêgerîn kir. Lênûska nîşeyan a di wesayîtê de jî ji aliyê polsîan ve hat desteserkirin. Piştî lêgerînê polîsan mal terikand.
Pirtûk hatin desteserkirin
Li mala Gultan Kişanak a Peyasê jî lêgerîn bi qasî 2 saetan domand. Dema malbata Kişanak li malê bû, polîsan bis er malê de girt û biryara lêgerînê nîşan dan û ketin hudnir. Di lêgerîna li hundirê malê de, polîsan laptopek, hard dîskek, 5 flaş belek, 15 pirtûkên aîdî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û 3 pirtûkên aîdî Rojnameger Hasan Cemal desteser kirin. Parêzerê şaredariyê Cîhan Aydin jî di dema lêgerînê de li malê bû. Piştî lêgerînê polîsan mal terikand.
(red)