Ji dozgeriyê têkildarî Kişanak û Anli daxuyanî
AMED (DÎHA) – Serdozgeriya Komarê ya Amedê ragihand ku, Gultan Kişanak ji ber axaftina xwe yî Newrozê û ji ber endamtiya xwe yî KCD; Firat Anli jî, bi îdiya ku di sala 2014’an de li Pîranê ji bo avakirina goristanê wesayît tahsîs kiriye, hatine binçavkirin.
Serodzgeriya Komarê ya Amedê têkidlarî binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişankê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Dozgerî ragihand ku, Kişanak û Anli di çarçoveya lêpirsînin cuda de hatine binçavkirin. Dozgerî ragihand ku, Kişanak di çarçoveya lêpirsîna sûcê “Endamtiya PKK/KCK”ê e hatiye binçavkirin. Her wiha dozgeriyê ev tawanbarî û hincete derpêşkirin; Kişanakê beşdarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye û li vir bi sifetekî endamtiyê axiviye û her wiha di Newroza Amedê de banga xweseriyê kiriye.
Anli ji ber avakirina goristanê tê tawanbarkirin!
Di dosyeya Fiat Anli de jî, dozgeriyê anli wiha tawanbar kir; li Pîranê di 2014’an de ji bo avakirina goristanê wesayît tahsîs kiriye.
(red)