DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji Ewropayê ji bo çalakiyê banga lezgîn

 
26 Cotmeh
01:36 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – KCDK-E li dijî binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bia wayekît und bertek nîşan da û di daxuyaniya ku da de li her derî banga çalakiyan li gelê kurd kir.

Li dijî binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanakê, bertekek tund jî ji kurdên Ewropayê hat. Kongreya Civaka Demokratîk ya Kurdistanê-Ewropayê (KCDK-E) têkildarî binçavkirinan bi awayekî nivîskî daxuyanî da. KCDK-E di daxuyaniya xwe de wiha got: “Polîtîkayên AKP’ê û Tayyîp Erdoganî yên li dijî kurdan, bi binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ev polîtîkayên xwe veguhastiey asteke din. Bi dagirkina şaredariya Ameda ku dilê Kudirstanê ye, dixwaze bedêlên gelên me yên bi ekdeke mezin bdiestxistine xesp bike û dagirkieriya xwe kûrtir bike.”

Di daxuyaniya ku tê de hat gotin “Êrîşa li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, êrîşa li dijî gelê kurd û nirxên Kurdistanê ye” wiha didome: “Di serî de gel û dostên me yî li derveyî welat dijîn û hemû gelê Kurdistanê, divê lic ihên kul ê dimînin dakevin qadan û li dijî polîtîkayên dagirker î faşît ên AKP’ê bi ruhê serîhildanê tevbigerin û van polîtîkayan vala derxînin. Li her deverên Kurdistanê, li dijî derketina polîtîkayên dagirker ên Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê roja roja berxwedanê ye. Divê gelê Amedê wxedî li îradeya xwe drekeve û li Paytextê Kurdistanê li dijî dagirkeran şaredariya xwe biparêze û nehêle dagirker wê desteser bikin. Em wek KCDK-E’yê em bang li gelê xwe dikin, divê li her derî bi elz û ebz çalakiyan li dar bixin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN