Dê lêgerîna li şaredariyê heta saet 07.00’an bidome
AMED (DÎHA) – Hat zanîn ku, dê lêgerîna li Şaredariya Bajrê Mezin a Amedê ya ku gel li ber nobetê digire, heta saet 07.00’an bidome. Her wiha dê hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli jî, heta 5 rojan bi parêzerên xwe re nikaribin hevdîtinê pêk bînin.
Piştî binçavkirina Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli, lêgerînên ku li avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kirin dê hîn jî didome. Polîsên ku dabeşî 6 ekîban bûn, di bin nezareta parêzeran de li hemû odeyan lêgerînê dikin û her wiha komek cendirmeye jî hatin têketina şaredariyê. Nehat zanîn ku ji bo çi leşkeran hatine têketina şaredariyê. Hat zanîn ku ji aliyê Ddweriya Cezayê Sulhê ve di navbera 1saetên 19.00-07.00’an de biryara lêgerînê hatiye dayîn.
Polîsan hemû rêyên tên aliyê şaredariyê ji tarfîkêr e girtine û her wiha bi dehan wesayîtên zirxî ve jî avahiya şaredariyê hatiye dorpêçkirin.
Li gel gelek welatiyan parlementerên HDP’ê, siyasetmedarên DBP’î, hevşaredarên navçeyan û xebatkarên şaredariyê ji bo xwedî li îradeya xwe derbikevin li ber avahiya şaredariyê rawestiyane.
Her wiha hat zanîn ku, dê Kişanak û Anliyê di bin çavan de jî heta 5 rojan niakribin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Li gel vê hat zanîn ku, dema Kişanak li balafirgehê hat binçavkirin ajokarê wê û 3 parêzvanên wê jî ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û paşê hatine berdan.
(red)