DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîs deriyên şaredariyê dişkînin, parêzer ji avahiyê derketin! - DEQEYA DAWÎ

 
26 Cotmeh
03:49 2016

AMED (DÎHA) - Polîs û leşker deriyên yekeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dişkînin û lêgerînê dikin. Her wiha 3 parêzerên ku Serokê Baroya Amedê jî di nav de ku lêgerîn di nezareta wan de pêk dihat, diyar kirin ku ew bi vî awayî xwe nagihînin lêgerînê û ji bo ev lêgerîne derhuqûqî rewa nebe, ji avahiyê derketin.

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku dorpêçkirina polîsan lê didome, polîs deriyên yekeyên odeyên şaredariyê dişkînin û bi vî awayî lêgerînê dikin. 3 parêzerên ku ji bo refaqetiya lêgerîna polîsan bikin ketin hundir, hem ji ber vê lêgerîna derhuqûqî bi awayekî rewa xwe nede der û hem jî ji ber xwe nagihînin yekeyên lêgerînê, avahî terikandin. Polîsên ku kompîtur û ewraqan desteser dikin, deriyên odeyan dişkînin. Lêgerîna li hundir didome.

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen ê li hundirê avahiyê tefeqatî dikir wiha got: "Niha li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya du lêpirsînan de lêgerîn pêk tê. Yek; polîs der barê Hevşaredar Gultan Kişanak de û cendirme jî der barê Hevşaredar Firat Anli de lêgerînê dikin. Wek Baroya Amedê me nexwest em iştirakî vê lêgerînê bikin. Di hevditina bi dozgeriyê re destûra 3 parêzeran hat dayîn. Ji ber em nagihêjin lêgerîn 6-7 êkîbên polîsan me nexwest em beşdarî vê lêgerîna derhuqûqî bibin."

Aktar: Ji bo ev lêgerîna derhuqûqî rewa neyê dîtin em derketin

Şêwirmendê Huqûqê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî wiha got: "Tu zemîneke huqûqî ya lêgerîna li avahiya şaredariyê tune ye. Der barê hemû avahiya şaredariyê de biryara lêgerînê nayê dayîn. Divê çarçoveyeke lêgerînê hebe. Dema ev nebe derhuqûqî dertê holê. Vê lêgerîna ku leşker û polîs dikin bi dehan parêzer jî xwe nikarin bigihînin wan.Ji bo ev lêgerîna derhuqûqî rewa neyê dîtin em derketin."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN