DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Werin em bi hevdu re saet di 11.00'an de xwedî li îradeya xwe derbikevin'

 
26 Cotmeh
05:43 2016

AMED (DÎHA) - Amed, bala xwe daye çalakiya ku dê îro saet di 11.00'an de ji bo hevşaredarên hatin binçavkirin bê lidarxistin. Welatî û siyasetmedarên DBP û HDP'î yên ku li ber avahiya şaredariya bi ser wê de hatiye girtin nobetê digirin wiha bang kirin: "Werin em bi hevdu re saet di 11.00'an de xwedî li îradeya xwe derbikevin."

Piştî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin û ji aliyê polîsan ve avahiya şaredari hat dorpêçkirin, bi pêşengiya KCD, KJA, DBP û HDP'ê çalakiya nobetê hat destpêkirin. KOD, KJA, DBP û HDP ên vê binçavkirin û serdegirtinê wek faşîzmê nirxandin gotin "Em ê xwedî li îradeya xwe derbikevin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û bi vî awayî tevî gel biryara ku dê îro saet di 11.00'an de çalakiyê li dar bixin dan. Welatiyên DBP, HDP'î yên dema hay ji serdegirtinê bûn û hatin ber avahiya şaredariyê nobet girtin bangî gel kirin, da werin beşdarî çalakiyê bibin.

Ji parlementerên HDP'î bang

Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca wiha got: "Roja roja xwedî derketina li îradeya xwe ye." Ûca ji 7'an heta 70'ê bangî gelê Amedê kir û wiha got: "Werin em bi hevdu re xwedî li îradeya xwe derbikevin." .

Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr jî got, ya ku li Kişanak û Anli hatiye kirin li hemû gelê Amedê hatiye kirin û bang amediyan kir, da xwedî li îradeya xwe derbikevin.

‘Divê gelê me xwedî li pêşeroja xwe derbikeve'

Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Ramazan Tûnç jî wiha bang kir: "Divê em xwedî li siyaseta xwe yî demokratîk û şaredariyên xwe derbikevin. Divê her kes were li dijî hemû êrîşan ji bo siyaseta xwe yî demokratîk û îradeya xwe, xwe bike meratal. Divê gelê me were û xwedî li pêşeroja xwe derbikeve."


Ji welatiyan bang

Welatiyê bi navê Samet Ûcaman ê li ber avahiya şaredariyê nobetê digire wiha got: "Em ê li vir li ber xwe bidin û dê karê me ev be."

Jina bi navê Firûze Zûgûrli jî dest nîşan kir ku, kes nikare îradeya gelê kurd binçav bike û ji bo hilbijartin zû ji bo hikûmeta AKP'ê wiha got: " Hodrî meydan."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN