DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtiyê ji Kobanê ev 11 rojin di greva birçîbûnê de ye

 
26 Cotmeh
07:54 2016

EDENE (DÎHA) - Girtiyê bi navê Mustafa Muhammed Alî yê ji Kobanê ye û li GirtîgehaTîpa F a Kurkçulera Edeneyê dimîne, ji ber ku ew xistine kawişa yek kesî ev 11 rojin di greva birçîbûnê de ye.

Girtiyê bi navê Mustafa Muhammed Alî yê ji Kobanê ye û li GirtîgehaTîpa F a Kurkçulera Edeneyê dimîne, hat zanîn ku ji ber rêveberiya girtîgehê Alî xitiye kawişa yek kesî Alî dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Hat ragihandin ku Alî ev 11 rojin di greva birçîbûnê de ye û heta daxwazên wî neyên bicih anîn dê greva xwe bidomîne. Alî banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest klu her kes li hemberî vê bêmafiyê dengê xwe bilind bikin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN