‘Ne êrîş xwedî derketin lazim e’
AMED (DÎHA) - Hevserokê MEYA-DER’a Amedê Hasan Pençe li dijî êrîşa cenazeyên gerîlayan bertekên tund nîşan da û got heta niha wekî êrîşên li dijî cenazeyên gerîlla pêk hatine li tu devera cîhanê pêk nehatiye. Pençe bang li gel kir ku bi rihê berxwedanê xwedî li cenazeyên zarokên xwe derbikevin.
Leşker, polis, tîmên taybet û endamên JÎTEM'ê bi salan e li dijî gerîllayên PKK'ê şer dimeşine. Di şer de cenazeyên dikevin destê hêzên dewletê rastî îşkenceyê tên. Îşkenceya ku li cenazeyan hat kirin heta niha gelek caran bi wêne, dîmen û şahidan hat îspatkirin. Îşkenceya ku li cenazeyan dikin têra wan nake, dema malbat cenazeyan defin dikin jî hem êrîşî girseyê dikin û hem jî êrîşî darbestên cenazeyan dikin. Gelek caran li goristanan girse rastî êrîşên polîsan ên dijwar hatin. Bi taybetî li Goristana Yenîkoya Amedê di her merasîma cenazeyên gerîlayan de hêzên dewletê astengî derdixe û êrîşî cenazeyan dike an jî li malbatan gef dixwin. Hêzên dewletê herî dawî li Goristana Yenîkoya Amedê êrîşî merasîma cenazeyê endama YJA-Starê Şerîfe Ergun (Rûken Amed) kir û di dema êrîşî de xizm û birayên Ergûn bi sedema “Poster hilgirtine” binçavkiribûn. Di her merasîmê de kesên tevlî merasîmê dibin û malbatên cenazeyan rastî gef û tacîzê tên.
‘Ev êrîş li tu dever û baweriyan de tune ye’
Li dijî helwest û êrîşa hêzên dewletê Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Hasan Pençe nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev bi salan e dewlet tirk li ser gelê kurd û cenazeyên zarokên wan êrîşên hovane pêk tîne. Pençe destnîşan kir ku her deverê Kurdistanê gorên zarokên kurd in û wiha got: “Dema zarokên gel jiyana xwe ji dest bidin gel dixwaze cenazeyên xwe li goristanan bisipêrê axê. Ev cenaze ne cenazeyên ji rêzê ne, ev cenaze yên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin. Tehamuliya dewleta AKP’ê êdî li hember cenazeyên zarokên me jî nemaye. Hilgirtina poster û alan dikin jî dikin hînceta êrîşan. Ev yek nayê qebûlkirin. Li aliyekî me qetil dike û êrîşî me dike û li aliyekî jî goristanên zarokên me xera dike. Êrîşên di bin navê OHAL’ê de li dijî cenazeyên me tên kirin nayê qebûlkirin.”
‘Werin em rihê berxwedanê xwedî derbikevin’
Pençe anî ziman ku êrîşa li dijî cenazeyan li tu devera cîhanê di tu baweriyan de nîne û got ku cenazeyên berxwedêrên wan xeta wan sor in. Pençe bang li gel kir ku bila li hember wahşeta dewletê bêdeng nemînin û got ku pêwîste bi rihê berxwedanê li cenazeyan xwedî bê derketin. Pençe bi lêv kir ku ew ê li gel hemû êrîşan têkoşîn û berxwedana cangoriyên xwe bilind bikin û got ku ew ê li hember êrîşên li ser cenazeyan bêdeng nemînin.
(rd-ra/bg/mae)