DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Dîlokê hebûna DAIŞ’ê bi destê MÎT û muduriyeta polîsa ye

 
26 Cotmeh
09:04 2016

DÎLOK (DÎHA) – Li Dîlokê malên rêxistinbûyîn û hucreyî yên DAIŞ’ê wek xwe yî berê ne. Hat diyarkirin ku, di demên dawî de bi sergirtina malên hucreyî di çarçoveya lihevkirinekê de pêk tên û her wiha hat îfadekirin ku, DAIŞ’ê di ser qenalên nû re derbasbûyîn û rêxistinbûyîna xwe pêk tîne.

Ji roja ku li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kiriye heta niha, Dîlok bûye cihê rêxistinbûyîna komên radîkal ên îslamî û wek xeta derbasbûyîna Sûriyeyê tê bikaranîn. Her wiha di salên dawî de jî bûye binkeya herî mezin a DAIŞ’ê. Di hefteyên borî de li Dîlokê serdegirtinên malên hucreyî yên DAIŞ’ê pêk hatin, lê bi vê re xwestin di raya giştî de hişmendiyeke wek ‘em li dijî DAIŞ’ê têdikoşin’ bidin nîşandan. Hat diyarkirin ku, li bajêr operasyonên ku ji aliyê Muduriyeta Polîsan a Dîlokê li dijî DAIŞ’ê pêk tên, di çarçoveyeke lihevkirinî de pêk tên û her wiha hat derpêşkirin ku, rêxistinbûyîna çeteyên DAIŞ’ê û derbasbûyîna wan î Sûriyeyê di ser xeteke nû re pêk tê

Operasyon li ser hevkirinekê pêk hat

Hefta borî li texma Zanîngeha Dîlokê û li Semta Gazîkentê ya girêdayî navçeya navendî Şehîtkamîlê, serdegirtinên malên hucreyî pêk hatibûn û hat diyarkirin ku di van serdegirtinan de emîrê DAIŞ’ê yê Dîlokê Mehmet Kadîr Cabel bombeya li ser xwe teqandiye û miriye. Hat ragihandin ku, Cabel yek ji wan bersûcê êrîşa 10’ê cotmehê ya Gara Enqereyê bû û belgeyên girîng ên arasteyî têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de li ser wî hebûne û ji ber Cabel deşîfre bûye li ser lihevkirinekê hatiye kuştin.

Awayê rêxistinbûyîna DAIŞ’ê li Dîlokê hat guhertin

Hat îfadekirin ku, li DÎlokê berê i bin venêrîna emîrên DAIŞ’ê yên bi navê Ebû Bekîr û Ebû Alî xebat dihatin meşandin û her wiha hat derpêşkirin ku, kesên wek Ebû Bekîr û Ebû Alî endamên MÎT’ê ne. A.D.’yê ku diçe Cerablûs û Raîya ku dibin venêrîna DAIŞ’ê de ne û li wir qaçaxçîtiyê dike, agahiyên balkêş ên têkiliya di navbera DAIŞ, MÎT û Muduriyeta Polîsan a Dîlokê de dan. A.D. ê ku ji ber ewleyiyê nexwet navê wî aşkere bibe anî ziman ku, bi operasyonên li dijî DAIŞ’ê dixwazin hişmendiyekê bidin der û wiha got: “Ev ne rast in. Avahiya DAIŞ’ê ya di bin venêrîna Ebû Bekîr û EBû Alî de hinekî deşîfre bûbû. Niha wan jî bi hin geşedanên nû re, hin guhertin kirin.”

‘Berê bi nepenî dikirin, niha alenî dikin’

A.D. dest nîşan kir ku, piştî Tirkiye ket Sûriyeyê çeteyên DAIŞ’ê jî hin guhertin pêk anîne û wiha axivî: “Berê DAIŞ hindik be jî bi nepenî dikir. Lê, êdî di bin navê OSO’yê de her tiştî dike. Mesela li Qarqamişê, OSO bi koman bi wesayîtên taybet cirîdan diavêjin. Riya xwe jêkirin, niha bi alenî sewqiyata çekan dikin. DAIŞ’î di bin venêrîna leşkeran de diçin û tên.”

DAIŞ, MÎT û muduriyeta polîsan

A.D. balê kişand ser serdegirtina malên hucreyî yên li DÎlokê jî û dest nîşan kir ku, bûyer bi temamî kar û barê DAIŞ-MÎT û muduriyeta polîsa ye. A.D. bi bîr xist ku, Cabel di êrîşa li Gara Enqereyê jî cih girtiye û wiha domand: “Kî têkiliyên di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de zanibin, wan îmha dikin. Ya ku wê rojê li wir bû jî, di çarçoveyeke lihevkirinê de pêk hat. Plana êrîşên li Pirsûs, Amed, Enqere û yên din li Dîlokê hat amadekirin. Kesên tên kuştin van agahiyan dizanin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN