2 birayên Çakirê ku hat qetilkirin hatin girtin
WAN (DÎHA)-Birayên Îyeç Çakir ê ku li Wanê hat qetilkirin, Ersîn û Erdînç Çakir ji aliyê polîsên ku li nexweşxaneyê bi wan re munaqeşe kirin pêşî hatin binçavkirin û dawiyê bi hinceta “Muqawemete li dijî polîsan” hatin girtin.
Li Wanê, êvara 27’ê îlonê Îyeç Çakirê 25 salî dema ji navçeya Payîzavayê diçû gundê Saçaxê yê girêdayî navçeya Elbakê, bi hinceta rîayetî hişyariya “bisekine” ya polîsan nekiriye, polîsan wesayîta Çakir ê ku hat qetilkirin, gulebaran kiribûn. Derket holê ku, piştî bûyerê 2 birayên Çakir hatine girtin. Birayên Çakir ê ku duh jiyana xwe ji dest da, Ersîn , Erdînç û Mevlut Çakir dema ji bo wergirtina cenaze çûn Morga Nexweşxaneya Lokman Hekîmê, bi hinceta li dijî polîsên li ber derî bertek nîşan dane hatin derbkirin û binçavkirin.
Her 3 birayên ku birin Muduriyeta Polîsan a Bajêr, sewqî Edliyeya Wanê hatin kirin û piştî îfadeyên wan li dozgeriyê hatin wergirtin, bi tawanbariya “Muqawemeta li dijî polîsan” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê bi heman hincetê biryara girtina Ersîn û Erdînç Çakir da û Mewlut Çakir jî serbest berda.
'Li ber deriyê morgê rastî êrîşê hatin’
Apê Çakir, Haydar Çakir der barê mijarê de agahî da û got, her 3 biraziyên wî li ber deriyê morga ku ji bo wergirtina cenaze çûbûnê rastî êrîşa polîsan hatine. Çakir diyar kir ku, her 3 biraziyên wî lid ijî polîsên ku nexweşxane dorpêç kirine bertek nîşan dane û polîsan li ber çavê her kesî ew derb kirine. Çakir wiha got: “Dema her 3 biraziyên min bihîstin birayê wan jiyana xwe ji dest daye, çûn nexweşxaneyê. Ji ber bi polîsên li ber derî re munaqeşe kirine, bi hinceta muqawemetî li dijî polîsan kirine hatin binçavkirin. Ersîn û Erdînç bi heman hincetê hatin girtin.”
'Bi qestî ew hedef girtin’
Çakir diyar kir ku, malbat malbateke welatparêz e û ji ber vê gelek caran rastî şideta dewletê hatiye û got, polîsan jî bi heman mebestê biraziyê wî hedef girtine. Çakir dest nîşan kir ku, qetilkirina biarziyê wî berdewama qetliama ye û wiha axivî: “Polîs bi zaenbûnî, bi qestî berdan biraziyê min. Dikaribûn wesayîtê bisekinînin, lê wisa nekirin, rasterast bera serê wî dan. Ev jî nebes bû, bi ser de bi rojan nexweşxane dorpêç kirin û heqaret li me kirin.”
Çakir got, ew dê giliyê polîsan bikin.
(red)