DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

‘Êdî dengê me bibihîsin’

 
26 Cotmeh
09:09 2016

MÊRSÎN (DÎHA) – Welatiyên ku li bajaroka Adanalioglû li konan dijîn diyar kirin ku, demsala zivistanê ji bo wan zor û zehmetiyan dibore û wiha bang li rayedaran kirin: “Êdî dengê me bibihîsin.”

Li bajaroka Adanalioglû ya girêdayî navçeya Akdenîza Mêrsînê, karkerên demsaliyî û penaberên Sûriyeyê, li konên ku li zeviyan vedan dijîn. Welatî ji ber nêzîkbûna demsala zivistanê bêçar e û nizanin dê çi bikin. Mirovên ku li bajaroka Adanalioglûyê di 500 konî de dijîn, kirêya konên ku li ser zeviyê vala vedane jî didin. Her wiha pêdiviyên xwe yî wek av û elekterîkê jî, bi awayekî qaçaxî ji dîregên elektrîkê û qenalên avê bi cih tînin.

'Zivistanê em di nav heriyê de dijîn’

Welatiyê bi navê Cemal Karakûş ê ku ev nêzî 5 sala ye li zeviyên cihê di konan de dijî diyar kir ku, ew her zivistanê di konan de rastî zor û zehmetiyan tên. Karakûş anî ziman ku, bi nêzbûna zivistanê re rojên zor û zehmet li pêşiya wan dixuyên û got, ji ber zivistanê kon zav sar in zarok zêde nexweş dikevin. Kararkûş dest nîşan kir ku, bi barîna baranê re dê kon di nav heriyê de bimînin û diyar kir ku, penaberên ku ji Sûriyeyê hatine bêtir bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Karakûş da zanîn ku, li Adanalioglûyê ji zû de ye mirov di konan de dijîn û bi hatina sûriyeyiyan re hejmar zêde bûye. Karakûş ji rayedaran xwest bi malên konteynirî alîkariya wan bikin.

'Em malên konteynirî dixwazin’

Welatiyê bi navê Mehmet Ûrgûn jî ragihand ku, zivistanê tu amadekariyên wan tune ne û got, ew 12 sal e li vî bajarokî di konan de dijî û wiha axivî: “Vê zivistanê dê çi li pêşiya me be, em nizanin.” Ûrgûn bi bîr xist ku, şaredarî di demên hilbijartinê de serdana wan dikin û her tim sozê malên konteynirî didin wan û wiha got: Kesek dengê me nabihîse, hîn jî me tu alîkarî wernegirtiye û tu kes pirsa me nake.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN