DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Pêşengên baweriya elewiyan: Şik û gumanên civaka me zêde ne

 
26 Cotmeh
09:09 2016

ENQERE (DÎHA) – Pêşengên baweriya elewiyan dest nîşan kirin ku, bi operasyona Mûsilê re polîtîkayên îktîdarê yên li ser xeta mezhebî yên sunniyî berbiçavtir bûne û balê kişandin ser bangên çekdarîbûnê û gotin, ji ber vê şik û gumanên civaka wan gihaştine asta herî jor.

Polîtîkayên sunnî yên Serokomar Erdoganî û hikûmeta AKP’ê yên têkildarî Mûsilê, şik û gumanên civakên xwedî baweriyên cuda zêde dikin. Piştî van polîtîkayan destpêkirina “bangên çekdarîbûnê” û piştevaniya hikûmetê ya ji bo van bangan, di serî de elewî, cşik û gumanên civakên xwedî baweriyên cuda zêde dibin.

Pîrê elewiyan Nûrettîn Aksoy ê ku li Çorûmê dijî, her tim pêwendiya wî bi civaka wî re heye. Aksoy raçavkirinên xwe ragihand û wiha got: “Pîrên me, talibên me, civaka me hemû bi şik û guman e; wek hemû nasname û baweriyên ku li Tirkiyeyê nayên hesibandin.”

Aksoy hişyar kir ku, polîtîkayên ku Serokomar li derve û hundirîn dimeşîne civakê ber bi pevçûnê ve hêl dike û wiha axivî: “Divê îktîdara siyasî ji bo hemû baweriyan xwe li korî û guhnedêriyê daneyne, kesek tenê jî bimîne divê jîndar bike. Lê belê, li Tirkiyeyê elewîtî wek baweriyeke, çandeke qedexe û tune tê dîtin.”

‘Tu mirov û gelekî xwedî aqil berberîbûnê naxwaze’

Aksoy bangawaziyên çekdarîbûnê û êrîşên li dijî civakên cuda bi bîr xist ûw iha axivî: “Tu mirov û gelekî xwedî aqil berberîbûnên bi vî awayî naxwazin. Em ê baweriya xwe û pêşeroja xwe biparêzin. Me her tim daxwaza aşitiyê kir. Tu fêdeya pevçûnên mezhebî tune ne. Ji niha û pê ve jî, bêyî zemînên pevçûnî bên avakirin, em ê bi awayekî demokratîk û huqûqî jiyana xwe bidomînin.”

‘Zemîna pevçûnan amade dikin’

Li gor Serokê Dergeha Pîr Garîp jî, polîtîkayên ku AKP û Erdoganî dimebşînin ji bo elewî û baweriyên din pirsgirêkên cidî teşkîl dikin. Pîr Firat diyar kir ku, divê Tirkiye polîtîkayekeî ku navenda wê mirov in bimeşîne û got, lê belê ji hikûmeta Tirkiyeyê bendewariya vê xeyalperestî ye.

Firat dest nîşan kir ku, piştî polîtîkayên emzhebî yên têkildarî Mûsilê, li ser civaka medyayî bangewaziya çekdarîbûnê ne tesadufî ye û wiha got: “Li ser mirovên me pêkûtiyên derûnî hene. Ji bo berberîbûna civakê polîtîkayan dimeşînin. Ji pevçûnan re zemînê amade dikin. Her kesê ku xwedî wijdan e divê çewtiya vê bîne ziman.”

‘Ewleyiya me tune ye’

Firat got, Tirkiye tam polîtîkayên mezhebî dimeşîne û bandora van polîtîkayan a lis er civaka wan wiha vegot: “Tirkiye dewletên din bi mezhebiyê tawanbar dike, lê herî zêde li nav Tirkiyeyê disepîne. Doza Ûgûr Kûrt hat dîtin. Canê me li baxçeyê Mala Cemê qetil kirin. Heke bûyereke bi vî rengî di hundirê mizgeftê de çêbibe, dê şerekî navxweyî derxistanan. Yek ji hesta bingehîn a mirovan ewleyî ye. Civaka me xwe di nav ewleyiyê de nabîne. Di demên dawîd e, şik û gumanên me gihaştin asta herî jor. Em ditirsin ji cînarê me, hevalên me bê. Li her qadên jiyanê, li otobêsê, metrobusê bi şik ûg uman in. Çimkî me berê ev li Çorûm, Mereş, Gaziyê dîtin û jiya.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN