DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Mamosteyê girîngiya zimanê dayikê vegot rastî ceza hat!

 
26 Cotmeh
09:10 2016

AMED (DÎHA) – Mamosteyên ku di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, li dersê girîngiya zimanê dayikê vegotin û bi xwendekarê xwe re bi kurdî axivîn, rastî cezayê pereyî hatin.

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ku di 1999’an de ji aliyê ÛNESCO’yê wek 21’ê Sibatê hat qebûlkirin, Navenda Egîtîm-Senê têkildarî girîngiya zimanê dayikê ji endamên xwe yî mamoste re giştînameyek şandibû û diyar kiribû ku di dersên xwe de 2 saetan behsa zimanê dayikê bikin. Mamosteyên ku li gor vê giştînameyê tevgeriyan rastî cezayê pereyî hatin. Li Amedê, li ser banga sendîkayê mamosteyên bi kurdî zanin, ji xwendekarên xwe re girîngiya zimanê dayikê vegotin. Mamosteyên ku bi xwendekarê xwe re kurdî axivîn, nîşeyên van dersên xwe li lênûska polê bi kurdî nivîsandin.

Li ser giliyên gerînendeyên dibistanê, Gerînendetiya Perwerdehiya Mîlî ya Amedê der barê mamosteyên dersa kurdî dan, lêpirsîna îdarî da destpêkirin. Gerînendetiya Perwerdehiya Mîlî nîşe ji mamosteyan re verêkirin û jiw an xwest îfadeyê bidin. Heta niha, ji 360 dosyeyên ku gerînendetî amadekirine 68 jê, ji b Lijneya Dîsîplînê ya Bajêr hatine şandin.

Lijne, bi hinceta “îhlalkirina maddeya 3’yemîn a qanûna bingehîn” di destpêkê de wek ceza meaşê 68 mamosteyan ji sedî 30 birî. Lijne îzahata cezayê birîna meaş wiha kir: “Zimanê dewletê û zimanê perwerdehiyê bi tirkî ye, ji bilî tirkî bikaranîna zimanekî din qedexe ye.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN