AKP fatûraya têkçûyîna xwe li siyasetmedarên kurd dibire
AMED (DİHA) – Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Ramazan Tûnç, li Kurdistanê êrîşên çekdarî yên demên dawî û piştî her êrîşê binçavkirina rêveberên DBP û HDP’ê wek binketina AKP’ê nirxand û diyar kir ku, AKP dixwaze vê binketina xwe li siyaseta kurd bar bike û wiha got: “Di saleke dawî e ji partiya me 2 hezar û 700 kes hatine girtin. Lê hîn jî em li ser piya ne. Çimkî em partiya gela ne.”
Bi talîmatên Hikûmeta AKP û Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, bi şerê ev saleke dawî li Kuridstanê tê meşandin glek komkujî pêk hatin. Li gel vê li dijî siyasetmedarên kurd operasyonên wek yên KCK yên 2009’an tên lidarxistin û gelek siyasetmedar hatin girtin. Di pevçûnên sala da wî de dewleta ku gelek windahî dan, dixwaze fatûraya vê serketina xwe li siyasetmedarên kurd bibire. Di demên dawî de jî, piştî her êrîşên çekdarî bi hedef nîşandana AKP’ê û medyaya wê yî hewzê gelek hevserok û rêveberên DBP û HDP’ê tên binçavkirin.
Binçavkirinên wek heyfstandinê zêde bûn
Di 10’ê cotmehê de li Şemzînana Colemêrgê, piştî êrîşa li dijî Noqteya Venêrînê ya Cendirmeyan a Dûrakê, di sredegirtinên malan de 23 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Pîrana Amedê, piştî kuştina Serokê AKP’a Pîranê Deryan Akter, di serdegirtinên malan ên 11’ê cotmehê de zêdeyî 30 kesî hatin binçavkirin û piştî 14 rojan serbest hatin berdan. Her wiha dîsa, li Amedê di 12’ê cotmehê de hevserokên DBP û HDP’ê ên bajêr û navçeyan jî di nav de, 62 endam û rêveber hatin binçavkirin.
Li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê, di 22’yê cotmehê de piştî HPG’yiyam êrîşî Qonaxa Qaymeqamtiyê kir, bi ser DBP û HDP’ navendê, bi ser avahiyên Dara Hênê û Kanîreşê de hat girtin û 8 kes hatin binçavkirin.
LiQelqeliya Wanê, piştî kuştina Alîgirê Serokê AKP’a Qelqeliyê Aydin Mûştû jî, bi ser gelek malan de hat girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Her wiha dîsa, hevserokên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyê jî di nav de, nêzî 70 endam û rêveber hatin binçavkirin.
Di salekê de 3 hezar DBP’î hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî DBP’ê de, di navbera 1’ê cotmeha 2015’an û 1’ê cotmeha 2016’an de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek jî di nav de 2 hezar û 468 partiyî hatin girtin. Di nav kesên hatin girtin de; hevserokên şaredariyên DBP’î, Endamên Meclîsa Partiyê û rêveber hene. Di 26 rojên ku ne daxilî vê hejmarê ne de jî, herî kêm 700 siyasetmedar û endamên partiyê hatin binçavkirin û ji vana zêdeyî 300 kesî hatin girtin.
Piştî her êrîşê hêzên dewlet êrîşî DBP’ê dike û gelek kesan binçav dike û digire. Têkildarî vê Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Ramazan Tûnç ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re axivî. Tûnç anî ziman ku, ji bo AKP û Erdoganî ser binletina şerê xwe yî ku li Kurdistanê dimeşînin binixumînin û DBP’ê krîmînalîze bikin, operasyonên bi vî rengî pêk tînin.
‘Dewlet xwe li pişt betonan dihêwirîne’
Tûnç wiha axivî: “AKP, di şerê ku li Kurdistanê dimeşîne de têk çû. Îro li Kurdistanê bi awayekî zelal encama vê dibîne. Saziyên dewletê xwe li pişt blokên betonî û û avahiyan dihêwirînin. Ev jî di nav gel de, tunebûna wê nîşan dide. Li gel AKP ewqas têkçûye û qediyaye jî, ji bo hebûna xwe îspat bike vê carê êrîşî siyaseta kurdî dike. Ji ber di şer de têk çûn, êrîşî qadên çand, siyasî, ekolojîk, çapemenî hwd. dike. Dibistanên kurdî, TV’yên rastiyê radigihînin digire. Di qada siyasî de jî, di saleke dawî di operasyonên li dijî DBP’ê 2 hezar û 700 kes hatin girtin. Lê em hîn jî li ser piya ne. Çimkî em partiya gela ne.”
Tûnç dest nîşan kir ku, Hikûmeta AKP’ê û Erdoganî çareseriya pirsgirêka kurd li ser “Tunekirina kurdanû jiholêrakirina wan” ava kiriye û got, bi biryara Plana Rûxandinê ya ku di Lijneya Ewleyiya Mîlî ya 2014’an de biryara wê hat girtin êrîşî gelê kurd dike û dixwaze siyaseta gelê kurd a mafdar krîmînalîze bike.
‘Yên li hemberî PKK’ê neçar man, êrîşî DBP û HDP’ê dikin’
Tûnç wiha axivî: “Ji ber PKK’ê xistine lîsteya terorê, dixwazin siyaseta gelê kurd jî bi hişmendiyeke wisa krîmînalîze bikin. AKP û Erdogan ji gelê kurd re dibêje ‘Heke hûn bibin DBP û HDP’î ez ê we wek terorîst bibînim’ û bi vîa wayî gefan dixwe. Lê em dizanin, AKP û dewlet li hemberî êrîşên PKK’ê neçar mane û ji ber niakrin bersivê bidin vê carê berê xwe didin siyaset kurd. Piştî her êrîşê li dijî DBP û HDP’ê operasyonên qirkirina siyasî pêk tînin û bi sedan xebatkarên me digirin. Li gel van hemû êrîşan jî em li ser piya ne. Em ê qet bi paş ve gav neavêjin. Em ê neyên lîstikên AKP’ê yên qirêj.”
(red)