DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji ber qedexeyê ‘Bênav’ bi girtinê re rû bi rû ye

 
26 Cotmeh
09:12 2016

MÊRDÎN (DÎHA) – Li Nisêbîna Mêrdînê Mem Arîn Algel ê ku li Pirtûfiroşa Bênavê dixebite dest nîşan kir ku, ji ber ‘qedexeya derketina derve’ danûstendina pirtûkan pir kêm bûye.

Mem Arîn Algel ê ku li Nisêbîna Mêrdînê dijî diyar kir ku, pirtûkfiroş ku wî di 2012’an de vekiribû ji ber qedexyan bi girtinê re rû bi rû ye. Algel diyar kir ku, li Nisêbînê Pirtûkfiroşa Bênav, tekane pirtûkfiroşe û got, ji bo karê sahafiyê bidome divê danûstendin bê kirin. ,

'Qedexe kar xerabtir kir’

Algel diyar kir ku, wê pirtûkfiroşiya xwe yî ewil ji ber tengasiyên aborî girtiye û ragihand ku, ji berk u ew ji akrê xwe hez dike naxwaza di karekî din de bixebite. Algel da zanîn ku, piştî wî pirtûkfiroşiya xwe ya ewil girtiye, paşê wî û hevalê xwe pirtûkcafe vekirine û wiha axivî: “Em li vir jî bi ser neketin. Dawiyê me ew der jî dewr kir. Ji bilî vî karî ez nikarim karekî din bikim. Herî dawî min biryar da ez Pirtûkfiroşa Bênav vebikim. Li Nisêbînê yên bi pirtûkan re eleqedar dibin, tenê em in. Dema me ev der dewr girt, me bi awayekî bi rê ve dibir. Lê belê, ji ber qedexeyan kar xerabtir bû.”

'Em alîkariya kesên ku derfetên wan î aborî nebaşin dikin’

Algel diyar kir ku, ew bes firotina pirtûkan tenê nakin û anî ziman ku, ew wek hefteyî pirtûkan kirê dikin û bi vî awayî piştevaniya kesên ku rewşa wan î aborî nebaş e dikin. Algel diyar kir ku, wan ji bo kirêkirina pirtûkan du ref veqetandine û wiha got: “Ji van refan yek ji pirtûkên rojane, li ya din jî pirtûkên me yî hinekî kevn cih dgirin. Pergala me yî abonetiyê heye. Pirtûkan digirin û heqê wê yî hefteyekê didin. Pişt re tînin, bi pirtûkeke din re diguherînin. Hefte bi lîreyekê ye. Her kes ji vê sepandinê razî ye.”

'Pirtûkfiroş 7 mehan girtî ma’

Algel da zanîn ku, ji ber qedexeya li navçeyê pirtûkfiroşa wan 7 meha girî maye û wiha domand: “Di qedexeyên berê de xwendina pirtûkan jî kêm bû. Bêtir mirov bi tiştên jiyanî re eleqedar dibûn. Piştî qedexeya dawîn em pirtûkfiroş vekir. Lê, belê dîsa jî derdoreke ku dixwîne heye. Niha pirtûkfiroş bi rewşên zehmet re rû bi rû ne. Gelek ji wan tên girtin. Pir kêm kes serî li vî akrî didin. Em jî li Nisêbînê li ber xwe didin. Me xwest em danûstendina pirtûkan hêsantir bikin. Şert zor in, lê dîsa jî em ê vî akrê xwe bidomînin.”

Piştevaniya ji bo pirtûkfiroşan’

Algel got, xwendina pirtûkan bi teknolojiyê re kêmtir bûye û wiha axivî: “Berê çandeke xwendina pirtûkan hebû. Mirov dest didan pirtûkê û dixwestin bixwînin. Lê belê, piştî ku danûstendina li ser înternetê derket êdî sîparîşdayîn bêtir tê tercîhkirin. Lê belê li vir kedek ku bê dayîn tune ye. Bes ne ji bo vir tenê, ji bo pirtûkfiroş li ser piya bsiekinin, divê mirov ji danûstandina li ser înternetê bêtir ji pirtûkfiroşan danûstandinê bikin. Ev vê pêşniyar dikin. Bi vî awayî em ê çandekê jî li ser piya bihêlin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN