Polîsan êrîşî xebakarên şaredariyê kirin
AMED (DÎHA) - Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji şevê din ve ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin dema li ber avahiya şaredariyê kombûn rastî êrîşa polîsan hatin.
Piştî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli şevê din hatin binçavkirin, polîsan li avahiyê lêgerîn pêkanîn û şaredarî dorpêçkirin. Xebatkarên şaredariyê yên ku serê sibê ji bo kar hatin ber avahiya şaredariyê ji ber polîsan nekarîn bikevin hundir.
Xebatkarên ku bi gotina "em di şaredariya ku polîs tê de ne naxebitin" neketin hundirê şaredaiyê rastî zextên polîsan ên "Yan bikevin hundir an jî ji vir herin" hatin. Xebatkarên ku polîsan xwestin bi zorê wan ji ber avahiya şaredariyê derbixin, bi dirûşmeya "Zext me bêzar nakin" bertek nîşanî polîsan dan.
Li ser vê yekê polîsan êrîşî sedan xebatkarên li ber avahiyê kombûne kirin. Xebatkarên ku rastî êrîşa polîsan hatin, ligel êrîşê jî ji ber avahiyê kombûn û bi dirûşmeyan serdegirtina polîsan şermezar dikin. Rawestîna xebatkaran a li ber şaredariyê didome.
(mb)