DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Şaredarî bi bariyeran dorpêç kirin

 
26 Cotmeh
09:55 2016

AMED (DÎHA) - Şaredariya ku bi bariyerên hesin hat dorpêçkirin bi awayekî fîîlî qeyûm hat tayînkirin. Di navabera polîs û xebatkarên şaredariyê yên serdegirtin û binçavkirina şermezar kirin pevçûn hat jiyîn. Rawestîna xebatkaran a li ber şaredariyê didi-ome.


Piştî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli şevê din hatin binçavkirin û piştî li şaredariyê lêgerîna polîsan bi dawî bû riyên ketin û derketinê yên şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat girtin.

Şaredarî wesayîtên zirxî hat dorpêş kirin û polîsan ne hişt ku wesayît bikevin otoparka şaredariyê. Xebatkarên şaredariyê, serê sibê li ber avahiya xizmetan kom bûn. Polîsan ji xebatkaran re gotin ku vegerin ser karên xwe ger nevegerin dê mudaxeleyî wan bikin. Li ser vê yekê xebatkaran ji polîsan re gotin "heta parêzerên me neyên em nakevin hundir. Şevê din li vir lêgerînek bêhiqûq hat kirin. Heta hûn girtekê negirin em nakevin hundir" û bertekên xwe anîn ziman.

Li ser israra polîsan a belav bibin xebatkaran, dirûşma "zext me bêzar nakin" berz kirin. Piştî hevdîtinên hatin kirin, serokên yekîneyên daîreyê yên şaredarîyê û midûrên şaxan ji bo zirara piştî lêgerînê pêk hatiye tespît bikin ketin şaredariyê.

Xebatkarên ku sekinîna xwe ya li ber şaredariyê didomînin, ligel gefên polîsan ên êrîşê jî sekna xwe didomînin. Di vê demê de polîsan bi mertalên xwe mudaxeleyî xebatkaran kirin û pevçûnek derket. Xebatkarên bertek nîşanî polîsan dan, rê li trafîkê girtin û bi çepik û dirûşmeyan polîs şermezar kirin. welatiyên derdorê û wesayîtan jî piştgirî da xebatkaran. Rawestîna xebatkaan a li ber şaredariyê berdewam dike.

Ji ber berxwedana xebatkaran, polîsan derdora şaredariyê bi bariyerên hesin dorpêç kirin.

Beriya niha qeyûmên tayînî 29 şaredariyên DBP'ê kiribûn û bi pêkanînên xwe ketibûn rojevê, li şaredariya Amedê ligel ku qeyûm ne hatiye tayînkirin jî pêkanînên polîsan ên li şaredariyê balê dikişînin.


(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN