Polîsan êrîşî welatiyên li ber şaredariyê kombûn kir
AMED (DÎHA) - Polîsan êrîşî welatiyên li ber şaredariyê kombûne û xwedî li vîna xwe derketin kirin.
Piştî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin, polîsan derdora şaredariyê dorpêçkirin. Welatiyên ji serê sibê ve li ber avahiya şaredariyê kom dibin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên ku xwestin welatiyên xwedî li vîna xwe derdivekin ji ber şaredariyê belav bikin, gel bertek nîşanî pêkanînên polîsan dan û derbasî baxçeyê ber şaredariyê bûn û rawestîna xwe ya li wir didomînin.
Piştî demekê bi dehan polîsên hatin wir banga belavbûnê li welatiyan kirin. Li ser vê yekê welatiyekê bi gotinên "Hûn dibêjin gel. Dibêjin vîna gel. Me em ne gelin" bertek nîşanî polîsan da. Li ser gotina welatî polîsan xwest welatî binçav bikin lê welatiyên li baxçe ne hiştin polîsan welatî bibin.
Dorpêça polîsan a li ber şaredariyê û ligel hemû zextan jî sekna gel a li ber şaredariyê didome.
(mb)