DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Walîtiya Amedê tevgera awarte

26 Cotmeh
10:33 2016

AMED (DÎHA) - Hemû riyên ku diçin Walîtiya Amedê ji aliyê polîsan ve hatin girtin û bi sedan polîs li ber avahiya walîtiya hatin bicihkirin.

Hemû riyên ku diçin Walîtiya Amedê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Polîsan bi bariyerên hesin derdora walîtiyê dorpêç kirin û riyên derdikevin kolana walîtiyê ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin girtin.

Her wiha wesayîtên zirxî li derdora walîtiyê digerin. Welatiyên li ber walîtiyê re desbas dibin, rastî lêgerîna bi sedan polîsên sewqî walîtiyê hatin kirin tên.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN