DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji partiyên sosyalîst û çepgir banga li dijî faşîzmê li berxwe bidin

 
26 Cotmeh
11:08 2016

STENBOL (DÎHA) - Nûnerên partiyên çepgir û sosyalîst, bertke nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan û diyar kirin ku AKP dixwaze şerê navxweyî derxine û banga li dijî faşîzmê li berxwe bidin kirin.

Bertkên li henber binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli mezin dibin. Serok û nûnerên partiyên çepgir û sosyalîst bertek nîşanî binçavkirina dan. Seroka Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan diyar kir ku binçavkirina Kişank û Anli parçeyek ji şerê ku AKP'ê li welat daye destpêkirine û wiha got: "Divê banga HDP'ê ya derketina kolanan bê xurtkirin. Lê tenê îro deketina kolanan têrê nake, ji bo ev polîtîka paşde bên vegerandin pêwîstî bi têkoşînek xurt heye."

Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu, binçavkirina Kişanak û Anli wekî "faşîzim" nirxand û wiha pêde çû: "Vîna gel tune tê hesibandin. Hevşaredarên ku bi dengê gel hatine hilbijartin yanî vîna gelê kurd xesp dikin. Berxwedana gel a li dijî faşîzmê rewaye. Divê em hemû ligel gelê gurd cih bigirin. Divê em bi gelê Amedê re li dijî faşîzmê berxwedana xwe mezin bikin. Em ligel gelê Amedê ne."

Endamê Rêveberiya Tevgera Yekgirtiyên Hezîranê Erkan Baş bi lêv kir ku qeyûmên hatine tayînkirin û binçavkirina Kişnak û Anli dide xuyakirin ku hikûmet dixwaze şerê navxweyî derxîne û wiha domand: "AKP lîstikek talûke dilihîze. Zext û polîtîkayên şer ên AKP'ê dikare bi berxwedanê bi dawî bibin."


Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî wiha axivî: "Binçavkirina Kişanak û Anli dilopa dawî bû. Şaredarî yên gel in. Ên ku niha hatine binçavkirin vîna gel in. Gelê me îro xwedî li vîna xwe derdikevin û divê berxwedana xwe ya demokratîk li her derê mezin bikin. 15'ê Tîrmehê çawa ku li ber tangan sekinîn rewa bû, li ber polîs û TOMA yan sekinîn jî rewaye. Em bang li hemû raya giştî ya Tirkiyeyê dikin ku li hember polîtîkayên AKP'ê dengê xwe derxînin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN