DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Karsazan bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran dan

 
26 Cotmeh
11:28 2016

AMED (DÎHA) -Karsazan bertek nişanî binçavkirina Hevşaredarên bajarê mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî dan û diyar kirin ku tunekirina vîna gel nayê qebûlkirin.

Duh polisan bi ser avahiya Şaredariya Bajarê mezin a Amedê de girtin û piştre Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli binçavkirin. Li dijî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak bertek zêde dibin. Karsazan bertek nîşanî girtina hevşaredaran dan û diyar kirin ku li dijî vina gel pêk hatiye. Karsazan da zanîn ku ev pêkanin li dijî demokrasî û vina gel e û nayê qebûl kirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Ahmet Sayar, diyar kir ku binçavkirina hevşaredarên bajarên mein ên Amedê fikara gel zêde dike û wiha got: "Êriş û binçavkirina li dijî hevşaredaran pir talûke ye. Kesên ku gel wan hilbijêre tenê gel dikare wan ji peyvirê bigere. Ev pêkanîn nayê qebûlkirin.

Serokê Yekîtiya Odeyên Sinhetkaran û Esnafan ê Amedê (DESOB) Alican Ebedinoglu jî bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da û anî ziman ku binçavkirina hevşaredaran û peyvirgirtina wekilan nayê qebûlkirin û wiha got: "Ev pêkaîn dê herêmê têxe nava kaosek mezin. Em wekî karsazan dê bertekên xwe nîşan bidin.

DOGUNKAD: Divê ji vê şaşiyê vegerin.


Komeleya Karsazên Jin ên herêmê (DOGUNKAD) Nevin İl, ani ziman ku ev pêkanîn li dijî vîna gel û demokrasiyê ye û wiha got: "Ev li dijî demokrasiyêye. Kesên bi vîna gel bên hilbijartin. Dê bi vîna gel ji kar bên dûrxistin. Em vê yekê qebûl nakin.

DİSİAD: Em teqez qebûl nakin

Seroka DİSİAD Burç Baysal jî bertek nîşani binçavkirinê da û destnîşan kir ku ew teqez vê yekê qebûl nakin û wiha got: "Êrişa li dijî hilbijêran êrîşa li dijî vînagel e.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN