Malbat derxistin û mal dan ber agir
WAN (DÎHA) - Leşkerên ku li taxa Çelebîbag a Erdîşê malek dorpêç kirin malbat ji malê derxistin û mal dan ber agir.
Mala welatiyê bi navê Enver Taşir ê ku li taxa Çelebîbag navçeya Erdîşa Wanê ye ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin, leşkeran malbat ji malê derxistin û mal dan ber agir.
Leşkerên ku îdîakirin di malê de endamek YPS'ê heye mal bi madeyek şewatê dan ber agir. Leşkerên ku nehişt kesek nêzî malê bibin û heta serê sibê şewitîna malê temaşerkirin piştre ji herêmê veqetiyan.
Enver Taşir ê ku mala wî li ber çavên wî hat şewitandin bertek nîşanî zilma hat kirin da û diyar kir ku heta sibê di bin baranê de mane û cihekê ku biçin lê bimînin tuneye.
(mb)