Midûrê ku Nûçegîhana me Oktay girt tayînî Şirnexê kirin
AMED (DÎHA) - Cîgirê Midûrê Daîreya TEM'ê ya Miduriyeta Giştî ya Polîsan Omer Uslusoy ku ferman da Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê û bû sedema girtina Nûçegîhana me ya DÎHA'yê Meltem Oktay tayînî Şirnexê hat kirin. Midûrê ku duh li dijî nûçegîhanan kompo çêdikir îro li bajarê ku Komkujî lê pêk hat wekî midûr hat tayînkirin.
Cîgirê Midûrê Daîreya TEM'ê ya Miduriyeta Giştî ya Polîsan Omer Uslusoy û li dijî nûçegîhana DÎHA'yê ya Mêrdînê Meltem Oktay komplo saz kir û bû sedema girina Oktay, tayînî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê kir. Nûçegîhana DÎHA'yê Meltem Oktay di 11'ê Nîsanê de li gel Nûçegîhanê DÎHA'yê Ugur Akgul li navçeya Nisêbînê di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Oktay di 14'ê Nîsanê de hat girtin û şandin Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê. Oktay,
Derket holê ku berî Meltem Oktay bê girtin, 2 meh berê Midûriyeta Giştî ya Polîsan fermana bi dizî ji Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê re şandiye û gotiye "Li ser navê rojnamegeriyê propaganda rêxistinê dike" Piştî fermana midûriyeta giştî Meltem Oktay hat biçavkirin û hat girtin. Oktay piştî 4 mehan girtî ma serbest hat berdan. Cîgirê Midûrê Daîreya TEM'ê ya Miduriyeta Giştî ya Polîsan Omer Uslusoy di 22'ê Sibata 2016'an de ji Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê re nivîsek şandibû. Di nivîsa "Veşartî" ya “Ragihandina Agahiyê" de gotibû: “Di xebatên deşîfrekirina faliyetên rêxistina terorê PKK/KCK'ê de; bi navê Meltem Oktay (TC : 459468…..) û hêjmara telefona 543 843 …..ya GSM'ê li ser navê rêxistinê xebatê dike. Di bin navê rojnamegeriyê de li navçeya Nisêbînê çalakiyan qeyd dike û armanc dike ku propaganda rêxistinê bike"
Cîgirê Midûrê Daîreya TEM'ê ya Miduriyeta Giştî ya Polîsan Omer Uslusoy ku bû sedema girtina Oktay Mekî Mûdûrê Polîsan ê Şirnexê hat dayînkirin.
(mae)