DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hevparên HDP'ê: Em dê êrîşan pûç bikin

 
26 Cotmeh
12:00 2016

STENBOL (DÎHA) - Hevparên HDP'ê yên Stenbolê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan û diyar kirin ku ew dê van êrîşan pûç bikin û gel dê bi ser bikeve. Hevparên HDP'ê destnîşan kirin ku ev êrîş li dijî demokrasiyêye.

Hevparên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Partiya Rizgariya Ji nûve Sosyalîst (SYKP) û Partiya Şoreşger (SYKP), Partiya Bindestên Sosyalîst (ESP), Platforma Pişteaniya Sosyalist (SODAP) û Partiya Çepgir û Keskan û Pêşeroja Çep, (YSGP), bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan.

Di daxuyaniya hevpar a HDP'ê de hat diyarkirin ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê AKP'ê li dijî gelê kurd polîtîkaya êrîşan xist meriyetê û wiha got: "Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê OHAL hat îlankirin û bi îlana OHAL'ê re îktîdaraAKP'ê li dijî hêzên tevgera azadîe û demokrasiyê dest bi êrîşan kirin. di vê pevajoyê de radyo û televîzyon hatin girtin. nivîsrar, siyasetmedar û hevşaredar hatin girtin. Îktidara AKP'ê û Qesrê meclîs li dervê siyasetê hişt û dest bi êrîşa şerê taybet kir. Bi KHK'ê her tişt xist kontrola xwe. Kedkar ji peyvirê dûr xist. dest bi şerê dagirkerî û metîngeriyê kir. Ev polîtika tirkiye ber bi pêvajoya şer û kaosê ve dibe. Di van êrîşan de herî dawî Hevşaredarên bajarên Mezin ên Amedê Kişanak û Anli hatin binçavkirin. Ev êrîşa raste rast binpêkirina vîna gel e. AKP'ê meclîs li dervê tevgerê hişt û raste rast dest daye ser rêveberiya dewletê û vîna gel. Erdogan her tişt xistiye destê xwe. Binçavkirina Hevşaredarên Amedê raste rast desteserkirina vîna gel e û ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em dê bi têkoşîna xwe van êrîşan pûç bikin û dê şer û têkoşînagelan bi ser bikeve.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN