Hiqûqnas: Binçavkirina hevşaredaran darbeye
ENQERE (DÎHA) - Hiqûqnasan bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê dan û diyar kirin ku binçavkirin darbeya li hemberî vîna gel e. Sekreterê Giştî yê Kolemeya Mafê Mirovan (ÎHD) Hasan Anlar, da zanîn ku binçavkirin bêhiqûqî ne. Parêzerê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Halîl îbrahîm Vargun jî bi lêv kir ku hemû kesên ne ji AKP'ê bin di bin darbeyê de ne.
Hiqûqnasan bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan û diyar kirin ku pêkanîn bêhiqûqî ne. Sekreterê Giştî yê Kolemeya Mafê Mirovan (ÎHD) Hasan Anlar, da zanîn ku piştî ku Gulten Kişanak li Meclîsa Komîsyona Lêkolîna Darbeyê hat guhdarkirin hat binçavkirin û wiha got: "Bi vê pêkanînê Komîsyona Lêkolîna Darbeyê di bin tewambariyê de hiştin."
Anlar, da xuyakirin ku hikûmet di mijara demokrasiyê de durûtiyê dike û wiha pêde çû: "Li hember hilbijêrên gel, girtina biryara vişartî di nava gel de fikaran diafirîne. Divê ev biryar bê rakirin. AKP'ê çawa nêzî sazî û şaredariyên rojaavayê Tşrkiyeyê dibe divê wisan nêzî yên kurdan jî bibe. Di vê wateyê de îltîdar cudstandartiyê dike. Em wekî ÎHD binçavkirina hevşaredaran şermezar dikin.
Parêzerê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (OHD) Halîl îbrahîm Vargun, da zanîn ku binçavkirin li hember vîna gel darbeyeke û wiha axivî: "AKP bi şaredariyê di destê xwe de nelirêtiyan diveşêre. Di 15'ê Tîrmehê de îktîdarê li hember darbeyê banga daketinan kolanan li gel kir lê li aliyê din li hember vîna gel qeyûm tayîn kirin. ger tu dibêjî demokrasî wê de mê çima cudakariyê dikî. Hemû kesên ne ji AKP'ê bin di bin darbeyê de ne. Tirkiye hevpeymanên navneteweyî binpê dike. Binçavkirina hevşaredaran darbeya li hember vîna gel e. Tirkiye dê bi vê pêkanînê li DMME'yê bê darizandin."
(mb)