DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Guven: Ger ku em îro bêdeng bin dê sibê xerabtir bibe

 
26 Cotmeh
12:26 2016

AMED (DÎHA) - Hevseroka KCD'ê Lelya Guven bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli da û diyar kir ku ger îro bêdeng bimînin dê sibê tiştên xerabtir pêk bên. Guven, xwest ku bizanibin bêdengiya îro dê sibê rojên xerabtir bîne pêşiya wan û xwest her kes dakeve kolanan.

Bertek û nerazîbûnên li dijî operasyona li ser Şaredariya Bajarê Mezin aAmedê û binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli zêde dibin. Hevseroka Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) Leyla Guven bang li gel kir ku û xwest her kes li dijî van pekanînan dekevin kolanan û bêdeng nemînin. Guven, anî ziman ku Hevşaredarên DBP'î yên Amedê bi awayekî korsan hatin binçavkirin û wiha got: "Ger ku îro em li hemberî vê binçavkirinê bêdeng bimînin dê sibê tiştên hîn xerabtir têkevin meriyetê. Şevê din hevşaredarên me hatin binçavkirin. Navnîşana wan diyar e. Ger ku pêwist be dê îfadeya wan bê girtin. Lê li şûna dozger wan dawetî îfadeyê bike, bi awayekî korsan ew binçavkirin. Dema Gultan ji Enqere vegeriya ew li balafirgehê binçavkirin. Em vê pêkanînê tu car qebûl nakin. Ev pêkanîn dîmenên darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê îlonê derbas kir. Niha polîsan hemû kolanên Amedê bi maşîneyên zirxî îşgal kiriye. Hemû avahiya Şaredariyê di bin dorpêçê deye. Wekî ku darbeya 15'ê Tîrmehê ne FETO, wekî ku gelê kurd li dijî Erdogan pêk anîbe. Bi vî rengî êrîşî ser sazî û rêxistinên kurdan de digirin. Li gel ku gelê kurd di di siyaseta demokratîk de israr dike û têdikoşe jî dîsa dixwazin kurdan li dervê siyasetê bihêlin. Em vê yekê qet qebûl nakin.

Di 2014'an de bi biryarên MGK'ê plana ‘Têkçûna Kurdan" xistin meriyetê û dest bi şerê topyekun kirin. Piştî OHAL'ê û biryarên KHK'ê dest bi tayînkirina Qeyûman kirin. Niha jî bi awayekî fîlî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirine. Ew çi plan dikin bila bikin, lê dê ev plana wan li ser gelê Tirkiye bi ser nekev. Bila AKP baş zanibe ku gelê kurd bi salan e di ber xwe dide û de dîsa di ber xwe bide. Heta niha serî netewandiye, dê ji niha û şûnde jî gavan paşve navêje. Xweseriya Demokratîk mafê gel ê rewa ye. Hevşaredarên me jî diyar kirin ku ev daxwaz daxwazek rewa û pêkan e. Niha Tirkiye bi van pêkanînan zerarê dibîne. Demokratî li Tirkiye darbeyek mezin dixwe. OHAL'a li vir u ya li Firansayê ji hev pir cuda ne.
Divê êdî kes li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Em îro li hemberî vê yekê bêdeng bimînin, dê sibê rojên xerabtir li pêşiya gelê kurd û tirk û Tirkiyeyêbin. Me heta niha bedel dan û em bi ser ketin. Ji niha û şûnde jî em di ber xwe bidin dê demokrasî, aştî û biratiya gelan b ser bekeve. Em dê di siyaseta demokratîk de israr bikin. OHAL li Tirkiye cuda li vir cuda ye. Bi TOMA, tang û polîsan her der dagir dike. Divê em li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin. Em îro li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng bibin, dê sibê xerabtir bibe. Em bêdeng nabin. Ez bang li gel dikim ku li her derê dakevin qadan. Divê em li dijî darbeya AKP’ê derkevin kolanan û em bi berxwedana gel van êrîşan pûç bikin. Divê gelê me li dijî darbeyan amade be û li kolanan be."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN