DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan bi lêdanê 2 kes binçavkirin

26 Cotmeh
12:41 2016

AMED (DÎHA) - Girseya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her diçe zêde dibe. Bertek mezin dibe. Li kolana Lîse ya nêzi şaredariyê polisên rûpoş bi lêdanê 2 ciwan bi lêdanê binçavkirin.

Bertek û nerazîbûnên li dijî operasyona li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli zêde dibin. Gel li ber avahiya Şaredariye kom dibe û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Girseya ku Hevserokên HDP'ê Figen Yuksekdag, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, Wekilên Koma HDP'e jî di navde li gel hemû êrîşên polisan li ber avahiya şaredariye kom dibe. Her çend polîs mudaxale dike gel li dora avahiya Şaredariyê kom dibeû bertekên xwe tînin ziman. Li kolanên din jî polîs bi maşîneyên sivil û pîkaban gefan li welatiyan dixwin. Li kolana Lîse ya nêzi şaredariyê polisên rûpoş bi lêdanê 2 ciwan bi lêdanê binçavkirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN