Ayşegul Terzî: Gotinên min şaş derbasî girtekan kirin
STENBOL (DÎHA) - Jin bi navê Ayşegul Terzî ya li Stenbolê ji ber ku şort li xwe kir û rastî êrîşa Abdullah Çakiroglu, hat derset pêşberhî dadger. Çakıroglu, anî ziman ku li salona dadgehê jî jin rastî tundî û êrîşa zayendî tê û gotinên wê yên li qereqolê rast derbasî girtekan nehatiye kirin.
Rûniştina doza Ayşegul Terzî ya li Çekmekoya Stenbolê ji ber şort li xwe kiribû di otobusê de rastî êrîşa Abdullah Çagiroglu hat li 40'emîn Edliya Anadolu ya Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozêde Ayşegul Terzi, wekîlê CHP'e yê Enqereyê Aylin Nazliaka û nûnerên saziyên jinan amade bûn. Polîsan dora avahiya edliyê dorpêç kir. Di rûniştina dozê de gelek kesên din jî beşdarî rûniştinêbû. Piştî nasname hatin diyarkirkirin Terzî parastin kir û diyar kir ku daxuyanî û gotinên wê rast derbasî girtekan nebûye. Tersî, destnîşan kir ku li salonê jî jin rastî êrîş û tundiya zayendî tên. Tiştên ku bi serê min de hatibûn min li midûriyeta polîsan di îfadeya xwe de dabûn. lê hemû gotinên min rast darbasî girtekan nekirine. Hemû gotinên min hatine berovajîkirin."
Bersûc Abdullah Çakiroglu jî parastin kir û xwe mafdar nîşan da. Piştî parastina Çakiroglu, parêzeran parastin kir. Rûniştin didome.
(mae)