DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

ÎHD: Li Zindanan 905 girtiyên nexweş hene

 
26 Cotmeh
14:38 2016

STENBOL (DÎHA) - Şaxên ÎHD'ê û parazvanên mafên mirovan bi minasebeta Roja Nexweşan têkildarî girtiyên nexweş daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de diyar kirin ku li Girtîgehan bi giştî 905 girtiyên nexweş hene û xwestin girtiyên nexweş bên bedan.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'êya Stenbolê bi minasebeta Roja Nexweşan li Qada Galatasarayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û "Di roja girtiyên cîhanê de em dê bibin dengê girtiyên nexweş" vekirin û wênyên girtiyên nexweş rakirin. Dîsa di çalakiyê de bê navber siloganên "Tecrit dikuje, piştevanî dide jiyandin" û "Tedavî maf e nayê astengkirin" û "Mrov bi mafê xwe mirov e" berz kirin. Di çalakiyê de endama Komîsyonê Mine Nazli Nazarî diyar kir ku li gorî rapor û lêkolîna Navenda Giştî ya ÎHD'ê li girtîgehan 323 jê giran bi giştî 905 girtiyên nexweş hene û wiha got: "Girtiyên nexweş nayên dermankirin û roj bi roj rewşa wan girantir dibe. Em hemû ji jiyana wan berpirsiyar in. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Heta ku hemû girtiyên nexweş bên berdan em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

RIHA

Li Rihayê Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî li avahiya xwe b heman armancê daxuyanî da û destnişan kir ku li girtîgehan 905 girtiyên nexweş hene. Endamê lijneya rêveberiya ÎHD Parêzer Mikail Yavuz diyar kir ku Girtiyên nexweşên giran ên hêj li girtigehan tên girtin berbirsyarî ya hemu civakê ye.
Yavuz anî ziman ku girtiyên nexweşên nikare li girtigehan bimîne û xwest bên berdan û serbest bên dermankirin.

EDENE

Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li Parka Înonu daxuyanî da û xwest girtiyên nexweş ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigirin û serbest bên berdan. Di daxuyaniyê de nûnrên HDP, HDK, TUHADFED, Halkevleri, MKM, KURDİ-DER û gelek saziyên civakîamade bûn. Endama ÎHD'ê Nejat Okay, anî ziman ku heta girtiyên nexweş bên berdan dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

MERSİN

Li navçeya Tersûsê ya Mêrsînê jî şaxa ÎHD'ê ya Tersûsê bi heman armancê daxuyanî da û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Tarsûsê Yılmaz Talay, anî ziman ku roj bi roj hêjmara girtiyên nexweş zêde dibe û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan.


ÎZMÎR

Şaxa ÎHD'ê ya Îzimrê jî li kolana Konakê kom bûn û daxuyanî dan. Gelek saziyên sivîl ên civakî jî amade bûn. Li ser navê komê Rêveberê İHD'ê Ahmet Çiçek, daxuyanî da û xwest girtiyên nexweş bên berdan.

HATAY

Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderûna Hatayê jî bi heman armancê daxuyanî da û xwest girtiyên nexweş bên berdan. Rêveberên komeleyê û nûnerên saziyên civakî liber Bit Pazari ya Berê daxuyanî dan û ji girtiyên nexweş re azadî xwest.

(kom/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN