DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Hatay û Amedê operasyon: Herî kêm 42 kes hatin binçavkirin

 
26 Cotmeh
14:39 2016

HATAY/AMED (DÎHA) - Li Hatay û navçeyên Farqîn û Erxeniyê di operasyonên hatin li darxistin de herî kêm 42 kes hatin binçavkirin.

Di operasyona li hember xwendekarên Zanîneha Mustefa Kemal a Hatayê de 10 xwendekar hatin binçavkirin. Piştî lêgerînên li malan bi dawî bûn xwendekarên ku hinceta binçavkirina wan ne hat zanîn birin Midûryeta Polîsan a Hatayê ya TEM'ê.

Navê xwendekarên hatin binçavkirin wiha ne: Azad Demîr, Amed Kiran, Faruk Baglamiş, Ozgun Alma, Mehmet Emîn Kinik, Tufan Kara, Ridvan Dogan, Reşît Akçan û xwendekarê bi navê Cumalî yê ku paşnavê wî ne hat zanîn û xwedekarek din ê ku navê wî ne hat zanîn.

Li Farqînê 30 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Farqînê ve hatiye destpêkirin de li navçeya Farqîna Amedê 30 kesên ku rêveberên HDP'ê û DBP'Ê jî hene hatin binçavkirin. Kesên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin li Midûryeta Polîsan a Farqînê tên ragirtin. Hinceta binçavkirinan ne hat zanîn

Li Erxeniyê 2 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Erxeniya Amedê welatiyê bi navê Kenan Oner û welatiyek din ê ku navê wî nehat zanîn di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di serdegirtina ku tîmên taybet û cerdevana bi hev re pêkanîn de mala Oner hatiye tevlîhevkirin. Li aliyê din welatiyê bi navê Zulkuf Atay ê ku derbarê wî de biryara binçavkirinê heye ji ber li mala xwe ne bû nehat binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN