Cenazeyê Korkmaz şandin warê wî
26 Cotmeh
14:59
2016
MELETÎ (DÎHA) - Cenazeyê Cahît Korkmaz ê hat diyarkirin hatiye înfazkirin piştî malbatê cenazeyê wî teşhîs kirin ji bo defin bikin birin Mûşê.
Cenazeyê endamên HPG'ê Cahît Korkmaz (Rubar Kanîraş) ê ku di 16'ê Cotmehê de li Bostanciya Mûşû hat înfazkirin û rakiribûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin. Malbata Korkmaz ku 2 rojbûn li bajar bûn, bi nûerên MEYA-DER'ê û HDP'ê re çûn û bi wêneyan cenezeyê kurê xwe teşhîs kirin û piştî malbatê li dozgeriyê îfade dan cenazeyê xwe girtin. Malbat ji bo cenazeyê kurê xwe defin bike ber bi gundê Gulçîmen a navçeya Kopa Mûşê bi rêxistin.
Li aliyê din li ATK a Meletiye 10 cenaze li benda teşhîskirinê ne.
(mb)