DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Divê gel li dijî diktatoriya AKP'ê dakevin kolanan'

 
26 Cotmeh
15:31 2016

WAN (DÎHA) - Bijartiyên kurd ên HDP û DBP'ê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê dan û diyar kirin ku divê gel li dijî vê zilm û diktatoriya AKP'ê dakevin qadan. Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik got: " Ger ku qeyûm bê tayînkirin divê berî her tiştî qeyûmê tayînî Şaredariya Enqereyê bikin."

Bertek û nerazîbûna li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli her ku diçe belav dibe mezin dibe. Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik, Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder û Wekîlê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, diyar kirin ku ew li hemberî vê êrîşa komkujiya siyasî bêdeng namînin û xwest her kes dakevin kolanan. Hevşaredarê Agiriyê Sakik, diyar kir ku tu projeyên aştiyê yên Tirkiye li derve û hundir tune û bi kurdan re şer pêş dixin. Sakik, da zanîn ku ji bo şerê xwe yê li ser gelê kurd dimşînin veşêrin alozî û operasyonên siyasî zêde dikin û wiha got: "Her roj mufetîşan dişînin şaredariyan. Bê navbr lêkolîn dikin, Lê tiştekî bi dest naxin. Ji bo tiştekî bi dest naxin êrîş dikin. Ji bo ku tiştekî bi dest naxin rûpelên berênû dikin. Ger ku li ser heq û mafan lêkolîn dikin divê berî her teştî qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê bikin. Lê ji ber ku li tirkiye heq, hiqûq, daraz û edalet tune êrîşî şaredariyên li kurdistanê dikin. Tu hesabê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên me bitin tune ye."


Sakik, anî ziman ku ji ber wan ambulans ji cenazeyan re şandiye wekî delîla sûc nîşan didin û xwest destê xwe ji miriyan vekişînin. Sakik anî ziman ku pirsgirêk bi girtin, binçavkirin û dûrxistina meclîsê çareser nabe û wiha berdewam kir: "Di sala 90'an de jî parlamento girtin. Lê dîsa siyaset xelas nebû. Em niha ji bo siyaseta demokratîk têdikoşin. Em dê heta dawî têkoşîna xwe ya ji bo siyaseta demokratîk berdewam bikin. "

'Divê hemû gelê Tirkiye li mafê xwe xwedî derkevin'


Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder jî anî ziman ku hikûmetê piştî darbeya 15'ê Tîrmehê niha li dijî muxalifan darbeyê pêk tîne û wiha got: "Ne di qanûna bingehîn û ne jî di qanûna navneteweyî de tiştekî wisa tune ye. Navnîşana 2 hevşaredaran diyar e. Dikarîbû bi rêbazên hiqûqî îfadeyên wan bigirin. Lê hikûmetê serî li rêbazên dijhiqûqî dan û wiha got: "Îktîdara AKP'ê ku bi hilbijartinê şaredarî bi dest nexist, niha dixwaze bi hikmê zorê û li dijî hiqûqê şaredariyan ji destê kurdan derxin. KHK diviya bû ji bo demek kurd di meriyetê de bin. Lê hikûmet van zagonan dikin mayinde û rewa nîşan dide.
Ev pêkanînên li ser gel û şaredariyan tên meşandin li dijî hiqûqê ye. Ev pêkanînên dîktatoriyê ne. Em bang li hemû gelê Tirkiye dikin ku li dijî van êrîşan li mafê xwe û vîna xwe xwedî derkevin û dakevin kolanan"

Wekîlê HDP'ê: AKP her tiştî dixe destê xwe

Wekîlê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan jî anî zimam ku îktîdara AKP'ê bi van êrîşan dixwaze her tiştî têxe bin kontrol û destê xwe û wiha got. "Pergala darazê bi temamî tasfiye bûye. Hem û heq û hiqûq ji destê gel hatiye girtin. Îktîdara AKP'ê hemû mafê gel ji destê wî derxistiye. Ji bo şaredariyan dagir bikin li hincetan digerin. Hincetên ku nîşan didin mafê gel ê herî rewa û hiqûqî ye. Em bang li gelê Tirkiye dikin ku li hemberî van êrîşan bêdeng neminin û li dijî van polîtîkayên AKP'ê dakevin kolanan."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN