Leşkerên Tirk derbasî Şengalê bûn!
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hejmarek zêde ya leşkerên Tirk ku cilên pêşmergeyan li xwe kirine, ligel hêzek mezin a pêşmergeyan bi çekên giran di saetên nîvro de derbasî Şengalê bûn.
Li gorî agahiyên ji hêzên pêşmergeyan ên li herêma navbera Bendava Mûsil û Duhokê de cih digirin, karwanekî leşkerî yê hêzên pêşmergeyan ku dinava wan de leşkerên Tirk jî hene, saet di 12:00'an de derbasî Şengalê bûne. Pêşmergeyekî ku nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku hêzên pêşmerge ji Şengalê re hatine şandin, ji yekîneyên pêşmergeyan ên girêdayî wan nehatine û nizanin ev yekîne ji kûderê hatine.
Hat diyarkirin ku di nava hêzên pêşmergeyan ên şandina Şengalê de, leşkerên Tirk ên cilên pêşmergeyan li xwe kirine jî hene. Her wiha di karwanê de gelek obus û wesayîtên çekên giran li ser wan hatine bicihkirin jî derbasî Şengalê bûn.
(mb)