Walîtiyê girtina darebeyan qedexe kir
AMED (DÎHA) - Walîtiya Amedê çalakiya girtina darebeyan qedexe kir.
Walîtiya Amedê girtina darebeyan a bi awayekî giştî qedexe kir. Walîtiyê diyar kir ku wî dîtiye ku esnafên Amedê bi giştî darebeyên xwe digirin û wiha got: "Girtina darebeyên dikandarên di nava sînorên bajarê me de bi madeya 32'emîn a qanûna qebehetan hatine qedexekirin. Kesên ku li dijî biryarê derbikevin dê 100 TL cezayê pere jê re bê dayîn."
Beriya niha jî walîtiya Dersimê îmze avêtibû bin binyara qedexeya girtina darebeyan.
(mb)