DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Pêwiste mazlûm li dijî zaliman bibin îtîfaq

 
26 Cotmeh
16:37 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Wekîlê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê şermezar kir û xwest gelê Mazlum li dijî zaliman bibn yek û îtîfaq û got: "Ger ku em li dijî zaliman nebin tifaq, em dê 100 salên din bibin kole"

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêgê Abdullah Zeytan, binçavkirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli şermezar kirin û
west gelê kurd û gelê mazlum li dijî binçavkirinê bibin îtîfaq. Zeydan anî ziman ku îktîdara AKP'ê li dijî gelê kurd şerekî bê hiqûq dimeşîne û xwest hemû gelê mazlum li dijî zilma AKP'ê bibe yek. Zanli, da zanîn ku divê hemû gelê kurd û mazlum li dijî zaliman bibe yek û têkoşîna xwe bilind bike û wiha got: "Ger ku em li dijî zaliman nebin tifaq, em dê 100 salên din bibin kole.Divê gelê kurd bê nêvî nemînn. Me heta niha de ber xwe da û me gelek zext şikandin. Em dê ji niha û şûnde jî di ber xwe bidin û van zextan bişkînin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN