Polîsan Nûçegîhanên DÎHA binçav kirin
WAN (DÎHA) - Li navçeya Miksê ya Wanê polîsan gef li nûçegîhanên ajansa me DÎHA'yê Selman Keleş û Emîr Bukum xwar. Piştî nîv saetê li dervê fermiyetê di bin çavan de hişt serbest berdan.
Nûçegîhanên ajansa me DÎHA'yê Selman Keleş û Emîr Bukum ên dema li navçeya Miksê ya Wanê nûçe dişopand, ji aliyê polîsan ve bi awayekî li dijî fermiyetê nîv saetê hatin binçavkirin. Polîsan nasnameya nûçegîhanên DİHA'yê kontrol kir û got "Vir herêma bi rîsk e. Divê hûn destûrê ji me bixwazin û nîv saetê hatin binçavkirin. Polîsan pişti nûçegîhan serbest berdan diyar kirin ku ji vir dernekevin dema hûn derketin jî me agahdar bikin û ew serbest berdan.
(mae)