DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Derdarê Başaran de biryara 'bi zorê bînin'

 
27 Cotmeh
08:09 2016

ÊLIH (DÎHA) - Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran ji ber tevlî danişîna doza ku li Êlihê derbarê wê de hatiye vekirin ne bûye derbarê Başaran de biryara 'bi zorê bînin' hat derxistin.

Doza ku derbarê 82 kesên ku di nava wan de Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşa Acar Başaran heye û di 19'ê Îlona 2015'an de li dijî operasyona leşkeran a li bejahiya Qabicewsê bûne mertalên zindî rûniştina wê ya 9'emîn hat dîtin.

Di doza li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin de kesên tevlî dozê bûne hatin guhdar kirin, heyeta dadgehê derbarê Başaran ji ber ku tevlî danişînê ne bûye biryara 'bi zorê bînin' da.

Doz taloqî 17'ê Çileyê hat kirin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN