Li Mêrsînê siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin
27 Cotmeh
08:23
2016
MÊRSÎN (DÎHA) - Li Mêrsînê gelek kesên ku di nava wan de Endama Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Hediye Eren û Hevseroka navçeya Akdenîzê Mesude Şahîn jî hene hatin binçavkirin.
Li taxa Şevekt Sumer a navçeya Akdenîza Mêrsînê polîsan gelek kesên di nava wan de Endama Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Hediye Eren û Hevseroka navçeya Akdenîzê Mesude Şahîn jî hene binçav kirin.
Hinceta binçavkirina welatiyan ne hat zanîn û kesên hatine binçavkirin li Midûryeta Polîsan a Mêrsînê tên ragirtin.
Hat diyarkirin ku di nava kesên hatine binçavkirin de Nûnerê KURDÎ-DER'ê yê Mêersînê Fîkrî Guneş û welatiyê bi navê Mehmet Gerîş jî hene.
(mb)