DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cenazeyê Semîh Baz hat definkirin

27 Cotmeh
09:02 2016

ÊLIH (DÎHA) - Gerîlayê HPG'ê Semîh Baz ê ku di bombebarana li herêma Bedlîsê de jiyana xwe ji dest da li Hezo hat definkirin.


Gerîlayê HPG'ê Semîh Baz (Çekdar), ê 23'yê Cotmehê di bombebarana li herêma Bedlîsê de bi 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê dihat rawestanin ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin. Piştî karên wergirtina cenaze bi dawî bûn cenazeyê Baz anîn navçeya Hezo ya Êlihê.

Cenazeyê bi konvoyek mezin anÎn Hezoyê, walîtiya Êlihê û qeymeqamê Hezoyê destûr nedan ku malbat cenazeyê xwe li Goristana Şex Mexmûr defin bikin. Li ser vê yekê bi tevlîbûna sedan kesî bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" cenaze anîn Goristana Tepecîk a Hezoyê. Cenazeyê Baz bi duayan hat definkirin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN