DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dijberî çekdariyê têkoşîna bi rêxistinî

 
27 Cotmeh
09:06 2016

HATAY (DÎHA) - Ocaxên Osmanî yên di nava gel de wekî "Artêşa Sarayê" tên zanîn, banga xwe bi çek bikin kirin. Derdorê bawerî û kêmaran li dijî vê bangê diyar kirin ku li dijî çekdarîbûnê tevger û têkoşîna bi rêxistin ferz e.


Îktîdara AKP û Qesra Erdogan Ocaxên Osmanî ava kirin. Piştî Ocaxên Osmanî hatin avakirin li dijî reng û baweriyên cuda têkoşîn û feraseta nijadperest pêş dixin. Ocaxa Sarayê ku di nava gel de wekî "Artêşa Qesrê" tê zanîn di demên dawî de bang li ciwanan kir ku xwe çek bikin. Hezên baweriyên cuda û kêmarên li Tirkiye dijîn jî diyar kirin ku ev bang ji bo aramiya Tirkiye û aştiya Tirkiye wan dixe nava fikaran û ji her kesî xwest bêtir xwe bi rêxistin bikin û yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin. Ocaxa Osmanî bi riya medya civakî banga "Çekdariya Ak" û "Mîsîlên Ak" xwest her kes xwe bike xwedî çek.

Sazumankarê Baweriya Îmam Alî û Mescîdê Komeleya Çandê ya Îmam Huseyin Îbrahim Kanadli, diyar kir ku banga hat kirin wan dixe nava fikaran. Kanadli, da zanîn ku wekî ku polîs, leşker û îstîxbarata Tirkiye têr nake bangek din tê kirin û ev bang dê rê li pêş şerê navxweyî veke. Kanadli, Di vê pêvajoya gotinên nijadî pêş dikevin de li dijî bawerî, rêxistin û civakên cuda hişmendiyek din tê avakirin. Divê gelên Tirkiye li dijî vê hişmendiya ku dixwazin şerê navxweşî geş bike xwe bi rêxistin bike. Ev bang fêdeyê nade Tirkiye. Divê em dest û piyên xwe girênedin û temaşe nekin. Divê ji bo demokratîkbûn û aramiya Tirkiye her kes xwe bi rêxistin bike."

Endamê Civata Xiristiyan Suphi Zarif jî anî ziman ku ev bang fikarên wan zêde dike û wate nade banga bi çek bûnê û wiha got: "Di serdema Dewleta Osmanî de çina serdest a Misliman, çek li ser xwe digerand. Yên Elewî, Xiristiyan û yên din jî çek ji bo wan qedexe bû. Dê van çekan li dijî kê bikar bînin. Kî dijminê kê ye. Bûyerên 6-7'ê Îlonê tevgera tunekirinê bû. Niha tevgera xiristiyan ji ber ku nemaye dixwazin kêmarên din tune bikin. Ev ji bo Tirkiye pir xerab e. Niha tenê CHP û HDP nikare li hemberî vê rewşê bibe hêza muxalif. Divê hemû hêzên çep, sosyalist û hemû hêzên muxalif ên xwedî wîcdan li dijî vê hişmendiyê xwe bi rêxistin bikin û bertekên xwe bînin ziman. Divê têkoşîna li dijî vê hişmendiyê xwe bi rêxistin bike û mezin bike."

'Rêya çareseriyê rêxistinbûn e'

Serokê Civata Ermeniyan a Gundê Vakifli Cem Çapar jî da zanîn ku di sersala 21'an de daxuyaniyên bi vî rengî fikarên wan zêde dike û xwest hemû hêzên kêmar, baweriyên cuda û hêzên muxalif li dijî vê yekê xwe bi rêxistin bikin.


Serokê Şaxa Komeleya Çanda Elewiyan Sait Altun jî di serî de civaka elewî û hemû bawerîe û rengên cuda li dijî vê ferasetê xwe bi rêxistin bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN