DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Ji bo Zarok TV berxwedan heq e'

 
27 Cotmeh
09:06 2016

DENÎZLÎ (DÎHA) - Derûnînas Sefer Ozdemir, diyar kir ku girtina Zarok TV li dijî zarokên kurdan çalakiya herî djwar û bi tundî ye û ji bo zimanê zikmakî û Zarok TV berxwedan mafê herî heq û rewa ye.

Derûnînasan bal kişand ser biryara girtina Zarok TV ya ji aliyê Lijneya Ewlehiya Netewyî (MGK) û diyar kirin ku bi girtina Zarok Tv li ser zarokên kurd bandorek neyînî hatiye avakirin. Derûnînasan anîn ziman ku girtina Zarok TV li dijî zarokên kurdan çalakiya herî bi tundî ye xwest her kes li dijî vê yekê têbikoşe. Derûnînas Sefer Ozdemir, diyar kir ku girtina Zarok TV li dijî zarokên kurdan çalakiya herî dijwar e û ji bo zimanê zikmakî û Zarok TV berxwedan mafê herî heq û rewa ye. Ozdemir, anî ziman ku zimanê zikmakî mafê herî rewa yê zarokan e û dewletê tenê ji bo bişaftinê Zarok TV girtye û wiha got: "Ev li dijî aştiyê şer e. Pêşiya hemû rê û rêbazên aştiyê hatiye girtin. Ev şerê tundiyê yê li dijî zarokan e. Ev nîşana hişmendiya dewletê ye.

Ozdemir, bilêv kir ku ev pêkanîn dê rê li pêş nexweşiyên kasayetiyê veke û fobiyên civakî di zarokan de derkevin. Ozdemîr, anî ziman ku dê digelek zarokan de nexweşiya lalûteyê derkeve û dîsa feraseta dijminantiyê di zarokan de pêş bikeve. Ozdemir, wiha got: "Zorkên ku zimanê wan bê qedexekirin, dê bibe zarokê şer. Dê li dijî saziyê ku zimanê wî qedexe kirye dijmnantiyê pêş bixe. Dê bibe alîgirê tundiyê. Dê derûniya xweparastinê pêş bikeve Girtina Zarok TV' li dijî zarokên kurd çalakiya herî dijwar e. Têkoşîna li dijî vê qedexeyê mafê herî heq û rewa ye.

Divê her kes têbkoşe

Derûnînas Dogan Korkmaz jî anî ziman ku zarokên bi zimanê zikmakî li lîstikan temaşe neke û rê li pêş zimanê wan bê girtin dê di aliyê fikr û ramanê de paş bikeve û famkirina wê bêtir giran bibe. Korkmaz, xwest malbat li dijî vê qedexeyê têkoşînê pêş bixe û têkoşîna li dijî vê yekê mafê herî rewa û heq e.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN