Rêxistina Efoya Navneteweyî îşkenceya li Tirkiye belge kir
STENBOL (DÎHA) - Koordînatora Şaxa Rêxistina Efoya Navneteweyî ya Tirkiye Ece Mîllî, diyar kir ku wan li Tirkiye belgeyên fermî yên îşkence, tacîz û tundiuya zayendî bi dest xistiye.
Rêxistina Efoya Navneteweyî têkildarî qetilkirina 2 zarokên di 12'ê Tebaxa 2015'an de li Firinê ya Giyadînê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin belge amadekirin. Polîsan di 12'ê Tebaxa 2015'an de li navçeya Giyadînê ya Agiriyê Muhammet Aydemir (16) û Orhan Arslan (19) qetilkirin. Koordînasyona Şaxa Rêxistina Efoyê ya Tirkiye di 10'ê Hezîranê de ji bo zarokan kampanya "Ji bo zarokên Giyadînê Edalet" dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha li Tirkiye 3 hezar îmze hatin komkirin. Rêxistina Efoyê armanc dike kampanyayê mezin bike û hemû delîlên der barê Arslan û Aydemir de kom bike û berpirsiyaran derxe pêşerî edaletê. Koordînatora Şaxa Rêxistina Efoya Navneteweyî ya Tirkiye Ece Mîllî, têkildari kampanyayê agahî dan û diyar kir ku wan li Tirkiye belgeyên fermî yên îşkence, tacîz û tundiya zayendî bi dest xistiye. Mîllî, anî ziman ku ji bo lêpirsîn bê destpêkirin li benda destûra Walî ne û wiha got: "Em dixwazin kujer û berpirsiyarê kuştina Muhammet û Orhan bên ronîkirin û darizandin. Polîsên ku zarok kuştin hêj nehatine pirsîn. Ji bo der barê polîsan de lêpirsîn bê vekirin destûra walî lazim e."
'Înfaz heye'
Mîllî destnîşan kir ku Efoya neteweyî dîmenên kamera temaşe kiriye û di dîmenan de dibînin zarok hatine înfazkirin. Mîllî, anî ziman ku piştî hewldana darbeyê dibinin ku binpêkirina mafan zêde bûye û wiha got: "Em wekî rêxistina Efoya Navneteweyî darbeyê şermezar dikin. Em dixwazin kesên darbe pêk anîn bên darizandin. Lê divê di serdema OHAL'ê de jî divê ewlehiya civakê bê parastin. Divê OHAL li gorî pîvanên navneteweyî pêk bên. Di serdema OHAL'ê de 34 hezar rojnameger, mamoste, dadger, dozger, leşker hatin girtin. 70 hezar kes rastî lêpirsînê hatin. Heta niha 150 saziyên medya hatin girtin. 2 hezar û 300 xebatkarên medya betal man. Heta 19'ê Cotmehê 99 rojnameger û nivîskar girtî bûn. Zêdeyî 130 xebatkarên medya hatin binçavkirin. Bi îlana OHAL'ê û biryarên KHK'ê azadiya ramanê hat binpêkirin. Me têkildarî binpêkirina mafan û îşkenceyê bi balbat, parêzer û kesên hatin binçavkirin re hevdîtin kir û lêkolîn kir. Me têkildarî binpêkirina mafan delîl û belgeyên fermî bi dest xistin.
(mae)