Gelê Gazîemirê di bin çopê de hatin hiştin
ÎZMÎR (DÎHA) - Gelê Gazîemîrê ya Îzmirê ku bi salan e di nava bermahiyên fabrîqeya kurşunê de dijîn, niha jî di bin çopa Şaredariya CHP'î ya Gazîemîrê de hat hiştin.
Gelê navçeya Gazîemîr a Îzmirê bi salan de di nava bermahiyên fabrîqeya kurşunê de dijîn. Bermahiyên fabrîqeyên kurşun û nukleerê bi salan de jiyan û tenduristiya welatiyên Gazîemerî dixe nava talûkeyek mezin. Gelê Gazîemirê ku bi salan e di nava talûkeyê de dijî, niha jî Şaredariya Gazîemîr a CHP'î çopa Şaredariyê semta Aktepe ya jorî wan rodike. Welatiyên navçeyê ji ber bêhna çopê û molozên çopê êdî jiyana wan ne tu hal e. Ji ber çop li der û dorê navçeyê tê rokirin welatî ji bêhna genî nikarin ji malên xwe derkevin. Dîsa ji ber çopê nexweşî li der dorê belav dibe. Welatiyên taxên Aktepe, Emrez û Pekerê di nava komên çopêde dijîn û tenduristiya wan di bin talûkeyên mezin de ye.
Dîsa li qada Pazara Înê, ji ber ku çop hatiye rokirin welatî neçar dimînin ku bazarê li wir bikin.
Şêniya taxa Emrezê Gulistan Kandemir, diyar kir ku piştî Cejna Qurbanê hemû çopê li taxa wan rodikin û bêhn û moloza çopê tenduristiya wan dixe talûkeyê.
Şeniyê taxê Ahmet Demir jî bertek û nerazîbûnên xwe anî ziman û diyar kir ku şev nîvê şevê çopê li taxa wan rodikin û diçin. Demîr ji şaredariyê xwest ku vê çopa li taxê ji taxê paqij bikin. Welatiya taxê Gonul Tek û Mehmet Işik jî bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji ber şaredarî çopê li taxa wan rodike tenduristiya welatiyên taxê di bin talûkeyê de ye. Welatiyan xwest ku şaredarî daxwaz û tenduristiya welatiyan li ber çavan bigirire û hestiyar nêzîk bibe.
(mae)