Febrûniye: Ji ber AKP ji jinan ditirse herî zêde êrîşî jinan dike
MÊRDÎN (DÎHA) - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk der barê desteserkirina şaredariyan de diyar kir ku îktîdara AKP'ê qîrkirinek siyasî li ser gelê kurd dimeşîne û dixwazin gelê kurd bêdeng bihêlin û wiha got: "Pergala dîktatoriyê ketiye meriyetê. Ger em bê deng bimînin dê barê me giran bibe." Hevşaredar Febrûniyê Akyol jî destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê ji jinan ditirsin û her tim jinan dixin hedafa xwe.
Hikûmeta AKP'ê ya ku krîza navxweyî û krîza siyasî ya derve bi êrîşên li ser gelê kurd dixwaze çareser bike. Desteserkirina şaredariyên kurdan rastî bertekên gel tên. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Febrûniyê Akyol, bivçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê şermezar kirin.
'Gêlê kurd êdî bê statu nabe'
Hevşaredar Turk di derbarê desteserkirina şaredariyan û geşedanên dawî de diyar kir ku di Rojhilata Navîn gelek guhertin çêbûye û wiha got: "Di vê guhertinê de aktorê herî mezin gelê kurd e. Bêyî gelê kurd demokrasî nayê meşandin. Hikumeta turk qîrkirinek siyasî li ser gelê kurd dimeşîne û dixwazin gelê me bêdeng bihêlin. Di 7'ê hezîranê de Erdogan gotibû emê bi gelê kurd di vê pêvajoyê de bi nêzaktiyek xweş têkiliya xwe bimeşînin. Lê gelê me dîtin ku ev xapinoke. Gel ji ber vê yekê di 7'ê heziranê de li partiya xwe û îrada xwe xwedî derketin û AKP têk birin."
'Di fikr û ramana AKP'ê de xapandin heye'
Turk destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan pêk bîne di mejî, fikr û ramanên wan de xapandin heye û wiha pê de çû: "Wan dîtin ku nikarin bi vî şiklî gelê kurd têk birin vê carî dest zilm û zorê kirin. Li ser gelê kurd bi rastî zilmek mezin çêkirin. Ger em, gelê me bêdeng bimînin ewê barê me himîdinê giran bibe. Divê her tim gelê me û siyasetmedarên me li hemberî ev zilmê nerazîbûnê xwe bînin ziman û dengên xwe bilind bikin."
'Pergala dîktatoriyê ketiye meriyetê'
Turk got ku îro li Kurdîstanê diktoriyeka faşîst ten meşandin û wiha axivî: "L i vî welatî hiqûq nemaye. Dema heq, hiqûq, demokrasî, mafê mirovan û edalet nemîne dê karin her tiştî bikin. Pergala dîktatoriyê xistinin meriyetê. Dixwazin çavên gel bitirsînin, gelê me bêdeng bihêlin. Ji bo siyasetmedarên me sûcên nuh derdixin. Ji bo wan bigirin her tiştî dikin. Wiha xuya dike ku dê berê xwe bi siyasetmedarên me vekin û wan bigirin. Em wek siyasetmedarên kurd dixwazin ev pirsgirêka çareser bikin. Ji bo demokrasiyê, ji bo çêkirinekê em dixwazin ji hemû gelan re bixebitin. Lê ev siyaseta qirêj, ev siyaseta zilimkar dê gel rojekê bersiv bide wan."
'Me kamyonek dosya dan mufetîşan tişt nedîtin'
Turk di derbarê mufetîşên dişînin ser şaredariyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev zêdeyî salekê her carê mufetîşa dişînin ser serê me. Her cara têbin jî em kamyonek dosya datînin ber wan, lê tu carî tiştek nabînin. Çi ji me xwestin me da wan. Çend roj berê 4 mufetîş ji hêla Serokwezîr hat şandin. Min ji wan re got hûn ji bo îftîraya bavêje me. Ev biryarek siyasiye. Dixwazin gelê kurd pasîfîze bikin û wan bêdeng bihêlin. Dixwazin vîna gelê kurd bibirin. Li her deverê êrîşî ser gelê kurd dikin. Li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat her deverê êrîşên li ser gelê kurd digihêje asta herî jor. Divê gelê me li hemberî van êrîşên hovane bêdeng nemînin û têkoşîna xwe xurt bikin."
' Emê heta dawiyê têbikoşin'
Hevşaredar Febrûniye Akyol jî bi lêv kir ku îro li ser gel kurd êrîşên hovane ketine meriyetê û got ku ev êrîş ji hewldana derbeya 15'ê Tirmehê de gihaşt hemû mûxalîfan. Akyol anî ziman ku siyaseta hikumet êrîşî ser jinên kurd dike û wiha berdewam kir: "Hişmendiya wan ji ber her tim dibêje, yek tîp, yek rêveber, yek al, yek welat hwd. hevserokatiya me dikin hedef. Qeyyûmê ku davêjin ser şaredariyên me jî di destpêkê saziyên me yên jinan digirin. Jinan ji peywira dûrdixin. Ev siyasetek pir qirêj e. Hemû gel di bin gefan de ye. Kurd, suryanî, ereb, êzîdî, elewî di bin êrîşa dewlet û hikumetê de ye. Divê hemû gel hijyar bibin. Ez bang li hemû gelan dikim û dibêjim li vîna xwe, hilbijêrên xwe û şaredariyên xwe xwedî derbikevin. Ev têkoşîna 40 salane ye. Ev serkeftiyê me ne tiştekî di rêzêde ye. Me bi neynûkê kola û di têkoşîna 40 sala gihaşt ev astê. Ji ber vê yekê em mafê xwe û keda xwe wiha rehetî nadin we. Emê heta dawiyê têbikoşin."
'AKP û dewlet ji jinan ditirsin'
Akyol desntîşan kir ku hikumeta AKP'ê û dewleta tirkî ji jinan ditirsin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji her tim li hemberî zilma wan disekinin. Jin her tim li hemberî hişmendî û yek tîpa wan disekine. Ev tişt jî zahf zora wan diçe. Ew dibêjin 'gerek jin li malê be û zarokan xwedî bikin'. Na ev tişt tune ye. Em jin zanin siyasetê jî bikin. Em wek hûn dixwazin nakin. Em çawa dixwazin emê wiha bikin. Divê jinên kurd, suryanî, elewî, êzîdî, tirkmen, ereb li xwe xwedî derbikevin û li hemberî ev hişmendiyê bisekinin."
(kom/mae)