Hemû Hevserok dê bên Amedê
AMED (DÎHA) - Piştî hevşaredarên DBP'î yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin binçavkirin û şaredarî kirin bin ablûkayê, Hevserokên KCD, KJA, DBP û HDP'ê dê bên Amedê û li ber şaredariyê daxuyaniyê bidin.
Bertek û nerazîbûna li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak zêde dibin. Piştî hevşaredarên DBP'î yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin binçavkirin û şaredarî kirin bin ablûkayê, Hevserokên KCD, KJA, DBP û HDP'ê dê bên Amedê û li ber şaredariyê daxuyaniyê bidin. Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên DBP'ê Kamuran Yuksek û Sebahat Tuncel, Hevserokên HDK'ê Ertugrul Kurkçu û Hevserokên KCD'ê Hatip Dicle û Leyla Guven û wekilên HDP'ê dê li ber şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemenyê. Saziyên sivîl û Hevserokên partiyan dê saet di 11.00'an de tev li daxuyaniyê bibin. Li bendê ye ku piştî daxuyaniyê malbatên Anli û Kişanak ziyaret bike.
(mae)