DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xebatkaran ji bo hevşaredarên xwe dest ji kar berdan

 
27 Cotmeh
10:24 2016

AMED (DÎHA) - Xebatkarên şaredariya Amedê ji ber binçavkirina hevşaredar û amîrên gelek beşan dest ji kar berdan. Li Amedê îro otobus naxebtin û çop nayên komkirin.

Piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin û şaredarî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin xebatkarên şaredariyê duh li ber avahiya şaredariyê dest bi çalakiyan kirin. Polîsan êrîşî çalakiyê kirin û gelek amîrên beşan ên şaredariyê binçav kiribûn. Xebatkarên şaerdariyê ji ber binçavkirinan îro dest ji kar berdan.

Di çarçoveya çalakiya karberdanê de otobosan dest bi kar nekirin û karkerên paqijiyê jî çop kom nekirin. Hat ragihandin ku dê xebatkar tevlî çalakiya "dest nede vîna min" ku dê saet di 11.00'an de bê lidarxistin bibin.

Di çalakiya duh de Sekreterê Giştî ya şaredariyê Zulkuf Karatekîn, cigirê midûrê Giştî yê DÎSKÎ Kemal Buluş, Serokê înşaat û veberdêr Harun Vural, endamê Meclîsa Şaredariyê Nadîr Bîngol, şefê makîneyan ê şaredariyê Fîkret Fîdan, Midûrê kontrolkirina ava qaçax Nejat Akyuz, xebatlkarên şaredariyê Sultan Şafak, Firat Duzgun, Hafnaz Sadak, Ahmet Balda, Gulistan Ensarîoglu, Rifat Ronî, Nurettîn Bolkan, Haci Çetîn, Halîme Narinç, Îskender Demîr û Gulseren ku navê wê ne hat zanîn hatin binçavkirin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN