DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gelê Amedê: Çi ferq ji 15'ê Tîrmehê heye?

 
27 Cotmeh
11:03 2016

AMED (DİHA) - Gelê Amedê ku çawa bihîst hevşaredarên wan hatin binçavkirin berê xwe dan avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û li vîna xwe xwedî derketin. Gelê Amedê diyar kirin ku ew dê heta dawî li vîn û destkeftiyên xwe xwedî derkevin. Welatiyan anîn ziman ku pêkanînên niha ji hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ne cuda ye.

Gelê Amedê piştî bihîstin Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin, berê xwe dan şaredariyê û li vîn û nirxên xwe xwedî derketin û 2 rojin di nava çalakiyan de ye. Girseya ku li ber avahiya şaredariyê kom bûn, bi dehan caran rastî êrişa polîsan hatin, lê dîsa ji dora şaredariyê belav nebûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Li gel ku gelek kes di êrîşan de hatin binçavkirin jî dîsa çalakiyên xwe berdewam kirin. Gelê Amedê anîn ziman ku ew dê heta dawî li vîn û nirxwên xwe xwedî derkevin û heta dawî di ber xwe bidin.

'Hindik maye tayînê qeyûmî malbatan bike'

Çalakvan Recep Uzut (57) bertekên xwe anî ziman ku diyar kir ku gelê Amedê li dijî zilm û zextan derketiye kolanan û gelê Amedê zilmê qebûl nake û wiha got: "Hindik maye ku dewlet qeyûmê tayînî malan bike. Gelê Amedê li vîna xwe xwedî derdikeve. Êrîşa li dijî vîna gel zilm û serdestî ye. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku livîna xwe xwedî derkevin.

'Gelê me li dijî dehaqan serî hildaye'

Welati Bekir Korkmaz (32) jî anî ziman ku ev polîtîkayên perçekirinê ne û wiha got: "Em lidijî dehaqan derketin. Me li dijî dehaqan serî netewand û em li hemberî vê zilmê jî serî natewînin. Ev pêkanînên ku îro li ser gelê kurd tê meşandin ji pêkanînên hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê derbas kir. OHAL û biryarên OHAL'ê zilm e. Em di ber xwe didin û em dê berxwedana xwe berdewam bikin."

Çalakvanê Yildiz Sultan (51) jî anî ziman ku êdî ne dema bêdengiyê ye û wiha got: Divê her kes li vîna xwe xwedî derkeve. Em dest ji şaredarî û nirxên xwe bernadin.

Welatiyê binavê Teyfik Ayuz jî anî ziman ku Erdogan di bin navê têkoşîna li dijî "FETO" kurdan dike hedef û wiha got: "Em ji dêkoşîna xwe bernadin. Ev pêkanîn hovane ne. Ev pêknin nayê qebûlkirin. Ew dê bi ser nekevin. Em dê bi têkoşîna xwe bi ser bikevin."

'Îro roja yekîtiyê ye'

Nezire Baran jî serdegirtin, binçavkirin û zextên dewletê şermezar kir û xwest gelê kurd li ber şaredariyê kom bibin û wiha got: "îro roj roja yekîtiyê ye. Divê her kes li vîna xwe xwedî derkevin. Divê ji 7 heta 70'ê em li vîna xwe û şaredariyê xwedî derkevin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN