DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gelê Amedê diherike şaredariyê

 
27 Cotmeh
11:10 2016

AMED (DÎHA) - Bi sedan kes ji bo beşdari daxuyaniya ku hevserok jî dê beşdar dibin, bibin ber bi avahiya şaredariyê ve diherikin.

Bi sedan kes ji bo beşdarî daxuyaniya ku di çarçoveya çalakiya nobetê ya li ber şaredariyê de bê dayîn bibin diherikin şaredariyê. Ligel sedan kesî xebatkarên şaredariyê jî ji ber avahiya şaredariyê veqetiyan û li kolana Alî Emîrî kombûn.

Polîsan avahiya şaredariyê bi bariyerên hesin dorpêçkirine û li pişt bariyeran bi sedan tîmên taybet bi cih kirin. Ligel dorpêça polîsan jî gel li ber deriyê şaredariyê kom dibin. Dê Hevserokê Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu, Hevseroka KCD'Ê Leyla Guven tevlî daxuyaniya ku bê dayîn bibin.

Li aliyê din nokteyên polîsan ên ku bi mehane li ser riya Gevranê hatibûn danîn hatin rakirin û li cihên nêzî şaredariyê hatin bicihkirin. Her wiha li ser herêmê re tevgera helîkopteran didome.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN